TİRBESPİYÊ – Li navçeya Tirbespiyê ciwanên şoreşger bi meşeke meşeleyî tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin û bang kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan were eşkerekirin. Ciwanan diyar kirin ku heta agahiyek ji Ocalan negirin ew ê ji qadan neçin.
Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê navçeyê ber bi deriyê ketina navçeyê yê rojava ve destpê kir. Ciwanan posterên Rêber Abdullah Ocalan û meşele hilda bûn û dirûşmeyên “Bijî serok Apo” qîr kirin.
Meş li deriyê têketina navçeyê rawestiya. Ciwanan li vir deqeyek rêz girtin. Piştre endama Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê Nesrîn Hesen axivî, diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelê azadîxwaz bişkîne û tecîrda li ser Rêber Ocalan yek ji van rêbazan e.
Nesrîn got: “Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ew ê di nava çalakiyan de bin heta agahiyekê der barê rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bigirin.”