BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
20’ê Mijdara 2019’an di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Pale, Serhildan, Stêrk û Zana şehîd bûne.
Nasnameya şehîdên me wiha ne:
![]() |
Nasnav: Pale Dersim Nav û Paşnav: Jiyan Taşdemir Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayikê-Bav: Netîce – Selîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an |
Pale – Jiyan Taşdemir
![]() |
Nasnav: Serhildan Gimgim Nav û Paşnav: Emîn Karataş Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayikê-Bav: Lutfiye – Abdulbakî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an |
Serhildan – Emîn Karataş
![]() |
Nasnav: Sterk Hevî Nav û Paşnav: Nupelda Şahîn Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê-Bav: Nucan – Alî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an |
Sterk – Nupelda Şahîn
![]() |
Nasnav: Zana Serhed Nav û Paşnav: Serhat Guler Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê-Bav: Bedevî – Cesim Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an |
Zana – Serhat Guler
Polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd her carê tar û mar bûye, hişmendiya qirker a dewletê her carê xwestiye bi masekeyek din vê xeyala xwe bi cih bîne. Tevî hemû polîtîkayên asîmlasyon û koçberiyê gelê Kurd xwedî li çand û dîroka xwe derketiye û bi derketina PKK’ê re jî bi berxwedanê tacîdar kiriye. Her ku berxwedan geş bûye, pêkanînên der mirovî û qetlîamên dewleta Tirk jî mezin bûye, xwestiye hêvî û berxwedana gelê Kurd bişkîne.
Ciwanên Kurd ên di zanabûna vê polîtîkaya tinekirinê ya bi salane dewleta Tirk dide kirin de ne, li şûna tirsê cesaret, li şûna koletiyê jî azadî hilbijartine û tevlî têkoşîna azadiya Kurdan bûye û her roja diçe nêzî azadiyê dibe. Dewleta Tirk bi hemû derfetên destê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dest bi tevgerek dagirkeriyê ya top yekûn kiriye. Ji roja destpêkirina vê tevgerê û vir ve ji dest gerîlayan derbe li ser derbê xwarine. Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana jî bûne milîtanên fedayî yên vê berxwedanê.
Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana yên ji deverên cuda yên Kurdistanê û hinek ji li metrepolên Tirkiyeyê hatine dinê û ji nêz ve şahidî ji hişmendiya faşîst a dewleta Tirkiyeyê re kirine.Bi hêviya azadiyê û serketina azadiyê berê xwe dane nava gerîla. Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û soza gihandina serketinê ya xeyalên şehîdên xwe didin.”