DİRBÊSİYÊ – Meş ji pêşiya navenda ciwanan destpê kir û li kolanên sereke yên navçeyê geriya. Ciwanan bê navber dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê qîr kirin.
Meş li qada Şehîd Xemgîn rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Kemal Beşar bi navê xwepêşandêran daxuyanî xwend û got: “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sala 21‘an de berdewam e, komplo gelên Rojhilata Navîn bi giştî û gelê Kurd bi taybet dike hedef.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku şewata li girava Îmraliyê derket û hate gotin ku ev şewat komployek din e ku ramanê azad dike hedef.
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina fikir û felsfeya Rêber Abdullah dan û gotin wê çalakiyan bidomînin ta agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.