STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Di 27’ê Sibatê de li Taxa Circirê ya Alîbeykoyê yekîneyên me du wesayîtên luks ên AKP’yiyan şewitandine. Ev çalakî ji bo balkişandina şewata li Îmraliyê hatiye kirin.”
Yekîneyan diyar kirin heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin ku “Em ê li hemberî van êrîşên dûmahîka komployê bêdeng nemînin. Em diyar dikin ku me dest bi pêvajoya çalakiyan kirine.”