DORTMUND– Olania Çendy, di şeva Sêşema borî de ji aliyê hevjînê xwe ve li mala xwe ya li Dortmundê bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Sûc jî li ber çavên zarokan hatibû pêkanîn.
Bi bangawaziya hin rêxistinên jinê ku ji bo Olonia Çendy banga meşa protestoyê kiribûn, îro li Dortmundê di danê nîvro de çalakiyeke hate lidarxistin.
Bi vê mabestê îro, gelek rêxistin û tevgerên jinan ên Kurd û navneteweyî li Dortmundê kom bûn û bi endamên malbatê re li hemberî qetilkirina Olonia Çendy û hemû qetilkirinên jinan li cîhanê protesto hat lidarxistin.
Di çalakiya ku çalakgerên Jinên Ciwan ên Azad û Jinên Xwendekar ên Kurdistan di guncana pêngava Nehêle de bi şiyara “Qetilkirina Jinê Nehêle” ve tev lê bûnê de xwepêşander bi pankart û alên cuda re tev li meşê bûn. Di çalakiya ku diruşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Li Hemberî Qetilkirina Jinan Em Bi Hev Re ne” û “Dê Yeke Dî Ji Me Kêm Nebe” hatiye avêtin de, jinan, li ber mala ku Olonia Çendy hatibû qetilkirin, mitîngek li dar xistin.
Piştî axaftinan, ji aliyê jinan ve li ber deriyê ku Olonia Çendy hatibû qetilkirin kulîlk hatin danîn û ji endamên malbatê sersaxî hate xwestin û bi vî awayî çalakî hat bidawîkirin.