HELEB – Bi dehan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina şewata ku li girava Îmraliyê derket ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye û bêdengiya dewleta Tirk a derbarê rewşa tenduristî ya Ocalan de çalakiyek lidar xist.
Ciwanan li gel şêniyan, di nava kolanên taxê de geriyan, agir dadan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin. Her wiha banga azadkirina Ocalan kirin.