Tirkiye hawara xwe digihîne NATO’yê, xwe davêje ber lingê Pûtîn

Serokkomarê Tirk Erdoganê dagirker ku wê li ser mijara Idlibê 5'ê Adarê serdana Moskowayê bike, ji bo destê xwe xurt bike beriya serdanê alîkarî ji NATO'yê xwest. Wezîrê Parastinê yê Tirk jî navek li êrişa dagirkeriyê ya li Idlibê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Erdoganê dagirker li ser mijara Idlibê wê di 5’ê Adarê de biçe Moskowayê. Lê belê beriya serdana Moskowayê alîkarî ji NATO’yê xwest.

Piştî ku li Idlibê alozî zêde bû, hate ragihandin ku hevdîtina navbera Serokkomarê Tirk ê dagirker Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmî Pûtîn wê di 5’ê Adarê de pêk were.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov li ser hevdîtinê beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû ku 5’ê Adarê planeke cuda ya Pûtîn heye û ji bo hevdîtina bi Erdogan re amadekarî nîne.

ERDOGAN BERIYA SERDANA LI MOSKOWAYÊ HEWL DIDE DESTÊ XWE XURT BIKE

Erdogan beriya hevdîtinê daxwaza alîkariyê ji NATO’yê kir. Piştî ku Erdogan bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Macron re axivî, Serokatiya Ragihandinê ya Erdogan daxuyaniyek da û diyar kir ku alîkarî ji NATO’yê hatiye xwestin.

ERDOGAN: EM LI BENDA ALÎKARIYA NATO’YÊ NE

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Erdogan anî ziman ku ew piştevaniya hevalbendiyê ya NATO’yê ne tenê di gotinê de, dixwaze di çalakiyê de bi rengekî berbiçav bibîne.”

BI TELEFONÊ BI TRÛMP RE AXIVÎ

Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re jî axivî bû û hatibû gotin, “Trûmp bi Erdogan re li ser gelek mijarên li Sûriyeyê axiviye û mijara Patrîot jî di nav vê axaftinê de ye.”

AKAR NAV LI DAGIRKERIYÊ KIR

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar jî têkildarî şerê li Idlibê daxuyaniyek da û navek li êrişa xwe ya dagirkeriyê ya li herêmê kir. Akar got, “Tevgera Mertala Biharê ku piştî êrişa 27’ê Sibatê ya li Idlibê dest pê kir bi rengekî serketî didome.”

AKAR: NÊTA ME NÎNE KU BI RÛSYAYÊ RE BÊN HEMBERÎ HEV

Akar her wiha diyar kir ku ew naxwazin bi Rûsyayê re werin hemberî hev û got, “Nêt û armanca me nîne ku em bi Rûsyayê re werin hemberî hev. Bendewariya me ji Rûsyayê ew e ku êrişên rejîmê rawestîne û vekişe sînorê mutabaqata Soçiyê.”

RÛSYA: BALAFIRA HATE XISTIN NE YA ME YE

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser balafira ku li Idlibê hate xistin daxuyaiyek da û diyar kir ku îdîayên dibêjin, ‘Li Idlibê balafira Su-24 hatiye xistin’ ne rast in.

Nivîsa Pêş