HELEB – Şêniyên beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek lidar xist û bang kir ku divê bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin û rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkekirin
Girse ji qada Geraca Efrîn a taxê dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Rêber me jiyana me ye..Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li ser Rêber Apo têk bibin” hatin hildan û bê navber dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin berzkirin.
Meş li qada Rêber Ocalan rawestiya û veguherî mîtîngê.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Mirî Şiblî axivî û bal kişand ser kiryarên dermirovî ku hikûmeta AKP‘ê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.
Şiblî soz da ku dê ser fikir û ramanê Ocalan bimeşin û got: “Ji ber ku Ocalan rêya azadî û demokrasiyê ji me re xêz kir. Bi fikir û felsefeya wî em ê biser bikevin û hemû komployên faşîzma Tirk biser bikevin.”
Endama Meclisa Şehîd Şîlan a beşê rojhilatê taxê Gulîstan Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku biçin girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bikin û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike û bi lez tecrîda li ser wî rake.
Mîtîng bi dirûşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.