NAVENDA NÛÇEYAN
Adar ji bo civaka aryen bi taybetî ji bo civaka Kurd meheke taybet e. Mirov dikare bibêje adar meha Kurdan e. Di vê mehê de berxwedan û serhildan heye. Di vê mehê de qetlîam û jenosîd heye. Di vê mehê de qehremanî û lehengî heye.
“Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir”
Meha berxwedan û serhildanê ye. Ji ber ku di vê mehê de gelê Kurd bi berxwedaniya xwe û Serhildanên xwe muhra xwe li dîrokê dane. Meha Adarê bi xemla xwe ya buharê û gelê Kurd bi berxwedaniya xwe têne naskirin. Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir. Meha Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û serfermandarê efsanewî Egîd e. Meha Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan e. Bi hezaran leheng û pakre wan di vê mehê de bûne agir û Newroz.
Lê belê mirov vê jî jibîr neke roja 8’ê Adarê ku wek Roja Jinên karker ên Cîhanê di vê mehê de tê pîrozkirin. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê weke rojeke pîroz e. Lê jinên Kurd 8’ê Adarê bi rengek, dengek û coşeke cuda pêşwazî dikin.
Çima 8’ê Adarê bûye roja Jinên Cîhanê?
Di dîrokê de roja 8’ê Adara 1857 li Emerîka li eyaleta New Yorkê nêzîkê 40 hezar jin, ji bo ku şertên xebata febrîqa tekstîlê baş bibe, dest bi girevê dikin. Piştî vêya polîs êrîşî jinan dikin, jin jî ji avahiyê dernakevin û pişt re agir bi febrîqayê dixin û zêdetirî 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Piştî vêya li Danîmarka, bi navê Jinên Sosyalîst Konferansek amade tê lidarxistin, di vê derê de Seroka Partiya Demokrat ya civakî ya Almanya Clara Zetkîn ji bo bîranîna wan jinan pêşniyarekê dike û dibêje ku 8’e Adarê bila bibe roja bibîranîna wan. Ev pêşniyar di civînê de tê qebûlkirin. Di sala 1921’de li Moskovayê hat dîyar kirin. Piştî vêya Lîjneya Giştî ya Yekîtîya Mîlletê di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê tê qebulkirin.
Yekem tevgera Jinan li Kurdistanê
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKK’ê bi navê TAJK ango Yekîtiya Azadiya Jina Kurdistan di sala 1987’an de hate sazkirin. Her wiha ev tevger di sala 1988’an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995’an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK jî di sala 1998’an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’an ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe.
NC // ZERYA BAGOK