Li Marsîlyayê Ciwanên Kurd ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî kirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Ciwanên Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek kirin.

MARSÎLYA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Nehêle” de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Marsîlyayê çalakiyek li dar xistin.

Ciwan êvara Sêşemê saet di 20:00 de li gîşeyên rêya Toûlonê li hev kom bûn, pankarta bi nivîsa “Rê nede jiyana bê Rêbertî” hildan û gîşe asê kirin.

Ciwanên ku wêneyên Ocalan hildan bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran bang li ciwanên Kurd kirin ku bi xurtî tevlî kampanya ‘Nehêle’ bibin.

Nivîsa Pêş