BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“9’ê Sibata 2019’an li qada Geliyê Reş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Agir (Fetûllah Saribûllak) û Rêber (Orhan Darga) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Agir Botan
Nav paşnav: Fetûllah Saribûllak Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Karagoz-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 9’ê Sibata 2019’an / Xakurkê |
Nasnav: Rêber Botan
Nav paşnav: Orhan Darga Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Şîrîn-Mîhî Dem û cihê şehadetê: 9’ê Sibata 2019’an / Xakurkê |
Têkoşîna gel û tevgera me ku li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin, niha gihîştiye asteke gelekî girîng. Bêguman ev têkoşîna gel û tevgera me ya li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û ev berxwedan bi xwe re serketinên mezin diafirîne. Ev serketin jî bi saha şehîdên me yên leheng bi dest ketine ku baweriya xwe bi serketina îdeolojiya Rêber Apo anîn û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê qada herî pak a vê têkoşînê.
Di 9’ê Sibata 2019’an de ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê, li qada Geliyê Reş ê Xakurkê şer qewimî. Di vî şerî de hevalên me Agir Çatak (Fetûhllah Saribûllak) û Rêber Botan (Orhan Darga) tevlî karwanê şehîdan bûn.
Ev hevrêyên me yên hêja ku li ser bingeha serketina têkoşîna Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo bêyî rawestin têkoşiyan û di vê oxirê de bi rengekî fedayî ber bi serkertinê ve meşiyan. Ev hevrêyên me bi ruhê welatparêziyê, bi berxwedêriya PKK’ê û cewhera Apoyî re kirin yek û bûn leheng. Wezîfeya yekane ya ciwanên Kurd ên welatparêz û hevrêyên wan e ku xwedî li bîranîna van şehîdên leheng derkevin û ala wan a azadiyê hildin.
Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên Saribûllah û Darga û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Bi navê hevrêyên wan em soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin.”