NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk ên dagirker li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê êriş birin ser nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li ser sînor.
Hate ragihandin ku nuqteyên rejîmê li ser rêya Dirbêsiyê-Amûdê li gundê Hewaşiyê yê bi 4 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Dirbêsiyê ne.
Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber êrişê tiştek bi hêzên rejîmê nehatiye.
LI ŞÊRAWAYÊ JÎ ÊRIŞ KIRIN
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hate ragihandin ku êriş bi çekên giran bi topan hatiye kirin.