NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate gotin, “Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a dagirker de hate îdîakirin ku ’32 şervanên YPG’ê yên amadekariya êrişê dikirin hatin kuştin’. Gotinên di daxuyaniyê de hatine gotin dûrî ji rastiyê ne û ji bo şerê taybet hatine gotin.”