NAVENDA NÛÇEYAN – Duh hate hiştin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan hev bibînin. Her wiha malbatên Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî malbatên xwe bibînin. Ji ber sedema serdanvanê girtiyê dî yê li Imraliyê Hamilî Yildirim nexweş bû, hevdîtina bi malbatê re çênebû. Mehmet Ocalan ku birayê xwe yê li Imraliyê Abdullah Ocalan dîtî, derbarê hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Mehmet Ocalan derbarê hevdîtina li Imraliyê wiha got: “Nêzî 8 mehan e ku me nikaribû biçin hevdîtinê û me hevdîtin nedikir. Ji 15 rojan carekê ji bo em hevdîtinê pêk bînin em bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê bersîvê nadin me. An jî hincetên cuda nîşan didin. Piştî li Giravê şewat derket, vê carê serlêdana me malbatan hat qebûlkirin.
LÊGERÎNEK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ KIRIN
Duşemê (2 Adar) agahî ji me re hat û bi rêya parêzeran gotin dikarin we bibin Giravê. Em jî hatin Imraliyê. Ez û birayê Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş bi hevre çûne Giravê. Ez dikarim wiha bêjim. Li Qereqola Gemlikê ser me seht kirin. Ne sehtkirineke normal bû, lê em bêjin normal bû. Bi rengekî ku me kêm bikin li ser me digeriyan, her wiha heqaret jî li me dikirin. Mirov nikare vî tiştî qebûl bike. Ne exlaqî bû. Ev ne ji bo Tirkiyeyê û ne jî ji bo dewletê tu fêdeya wê tune ye. Ez 69 salî me. Hevalên din jî wisan in. Mirov ciwan be jî divê mirov wiha ser mirovan seht neke û ev neheqî neyê kirin. Me çawa piyê xwe avêt giravê dîsa li ser me geriyan. Ez bawerim ji bo vir dibêjin duyemîn bûroya têkiliyê. Bi qasî texmîn dikim di destê cendirmeyan de ye. Li vir jî bi rengekî pir xirab li ser me geriyan û em seht kirin. Mirov nikare vê yekê qebûl bike. Mirov vê yekê qebûl nake. Lê me ji mecbûrî qebûl kir. Li cihê duyem ê sehtkirinê her kes hatibûn wir. Kesên payebilind, bi berçavkên reş, leşker hemû biçek bûn. Wekî rewşa awarte bû. Hemû kes li wir bûn. Li vir jî bi heman rengî ser me seht kirin. Ew yekîne dema em ji keştiyê daketin, li gel me heta niqteya duyem hatin, ku li wir jî li ser me geriyan. Her der leşker û gardiyan bûn. Me ji mecbûrî ev sehtkirina bi vî rengî qebûl kir. Ew jî dizanin kes ji keyfî vî tiştî qebûl nake. Dijî mirovahiyê bû.
EZ LI SER PEYAN RAWESTIYAM
Piştî ku li ser vî em seht kirin, em derbasî girtîgehê bûn. Li girtîgehê jî ser me seht kirin. A li vir asayî bû. Ewil 2 hevalên me birin. Ez ewil li derve hatim rawestandin. Bi qasî 10 deqîqeyan hatim rawestandin. Piştre bang li min kirin. Çend caran gotin di wê cîhaza x-ray re derbas bibin. Ew hincet bû. Min got ‘100 caran jî biçim û bêm ew ê dîsa deng derxe.’ Piştre ez derbasî hevdîtinê bûm. Ewil ez ji bo hevdîtinê derbasî hundir kirim. Ez çûm li salonê masa berê hebû. Maseyek mezin bû. Ji min re gotin ‘Rûnê’ lê ez rûneniştim. Min dizanîbû wê Serok bê. Bi qasî çend deqîqeyan rawestiyam. Piştî liv û tevgerek çêbû min dizanîbû Serok hat. Serok hat hundir, lê destê xwe neda min û got ”Agahî dane min. Bawerim germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te”. Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Ez li bakurê maseyê rûniştim. Serok ji gardiyan re got, ‘’Bawerim em ê saet û nîvekê hevdîtin bikin. Ne wisa?’ ‘Lê wî tiştek negot. Me jî dest bi hevdîtinê kir.
HINCET NE ŞEWAT E
Serok got, “‘Tu çima hatî? Tu bi çi hincetê hatî?”. Min jî got, “Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê. Serok got,”Erê lê bandor li ser me nekir.” Piştre got,”Ez ê hin tiştan bipirsim. Tu bi cewherî ji min re bêje.” Bi giranî Serok axivî. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka li Rojhilata Navîn nerîna derve ji min pirsî. Got ji bo çareseriyê wekî hêz kê dibînin û bawer dikin kî çareser bike. Xwest ez bê şirove bibersivînim.
GER MASE SÊ PÎ BE NAKEVE
Min jî got, “Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike”. Got “Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin”. Piştî wê dest bi vegotinê kir. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dest bi vegotinê kir. Dîsa got, “Ez bawer im HDP’ê kongreya xwe li dar xist”. Min jî got “Belê kongreya xwe pêk anî. Gelek kes tevlî bûn. Ji derveyî welat jî gelek kes tevlî bibûn. Kongre pir baş derbas bû.” Serok bi taybetî ev tişt got: “Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hun nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî Kurd hene. Gelên din jî hene .Divê hun jî bibin yek. Hun ê bi wê bibin hêz. Ger ku mase sê pî be navkeve. Maseya du pî pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me Kurdan, piyê sêyemîn e. Ji bo piyê sêyem jî pêk bê mezinbûn divê”. Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok got,”Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin.”
DIVÊ JI GEL RE XIZMETÊ BIKIN
Nîvê hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîroveyan kir. Serok got, “Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmet bikin”. Ji rojnameyê re gelek silavên wî hebûn û ev tişt got: “Çapemeniyê xurt bikin. Alîkariyê bidinê. Ji hemû hevalên xebatkarên çapameniyê re pir pir silavan dişînim. Bila hem kovaran û hem jî televîzyonan xurt bikin.”
‘KÎ NIRXAN BI KAR BÎNE EZ Ê WAN EFÛ NEKIM’
Min jê re got ku HDP’ê kongreya xwe bi protokol û beşdariyeke xurt li dar xistiye. Ji hevserokên berê û yên nû re gelek silav gotin û serkeftin ji wan re xwestin. Têkildarî partiyê jî ev tişt gotin: “Bawerim ku partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotinan bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî newisa? 50 sal in ez kedê didim. Heke ez bibihîzim ku kî/ê ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih bigire û nirxan bi kar bîne, ezê hesab jê bipirsim. Ev gel gelek bedelên mezin da. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Ev gel ewqas bedel da. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hun bibin yek û bihêz bibin hun ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê ji bo we pirsgirêkê çareser bike. Di rastiyê de hêza çareseriyê hun in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî.” Min ji van nirxandinên wî fêhm kir ku partiyê ji nêz ve dişopîne.
JI BO BAKURE SÛRIYEYÊ NIRXANDINÊN GIRÎNG
Li ser Sûriyeyê jî axivî û got: “Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re, ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek binirx in. Ji ber xebata wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dikin. Serkeftinê ji wan re dixwazim. Tirkiye geh li cem Emerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir Kurd, Ereb, Ermen û Xiristiyan heke nebin hêz wê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelekî rast e, silav û rêzên min, bêyî cihêtî were kirin, bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û kedê didin.”
‘DÊ PIYÊ SÊYEMÊN BI KEDÊ ÇÊBIBE’
Serok ji bo çareseriyê got, heke tu bibî hêz tu yê her tiştî çareser bikî. Min jî jê re got, “Tundî bi awayekî zêde berdewam dike. Tu dibêjî li derve hin tiştan bikin lê li Tirkiyeyê ew derfet nemane”. Serok, piştî vê bersiva min wiha axivî: “Dîsa jî hun dikarin vêya bikin; hun mecbûr in ku saziyên xwe xurt bikin. Heke hun baş bixebitin dikarin encamên baş bigirin. Baş xebitandin çî ye? Xizmeta ne ji bo şexsan ji bo gel e. Têkoşîn bi vî rengî dibe. Tu min baş nas dikî Mehmet. Tu zanî ku ez çawa têkoşiya me. Li dijî dayika xwe jî têkoşiya me. Dema 7 salî bûm li dijî derketim. Tu baş dizanî.” Min jî got, “Belê ez zanim. Te wisa kir.” Serok, bi berdewamî wiha got: “Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe. Hun mecbûr in bibin hêz da ku hun karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin Pirsgirêka Kurd bi vî rengî dikare çareser bikî. Heke tu nebî hêz wê kes pirsgirêkê bi te nede çareserkirin. Em dibêjin mase lê mase bi du pî ye. Hun mecbûr in bibin piyê sêyemîn ê maseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin wê bibe. Heke hun kedê bidin wê çêbibe. Belê mase pêwîst e. Ev jî wê bi ked û xizmet dayîna ji bo gel re bibe.”
‘FIZÎKA WÎ LI ÎMRALIYÊ YE LÊ NÊRÎNA WÎ BI ME RE YE’
Serok me dizane. Min qet qal nekir. Belkî laş û fizîka wî li Girava Îmraliyê ye, lê nêrîna wî bi me re ye. Zane em çi dikin û çawa dixebitin. Minakek tenê bidim. Ji min re got, “Tu jî dikarî li derdora xwe li Rihayê hin tiştan bikî. Peywir dikevin ser milê we hemûyan. Wiha bi paşvekişandin û bi rûniştinê nabe. Tu jî dikarî li wir kedê bidî. Tu yê xizmet bikî. Tu yê jî bikî û ew hevalên te jî wê bikin. Ew gund hene û hevalên me hene. Ew Tirkmen hene. Ji hemûyan re silavên min bibêje.”
ÇI JI DESTÊ KÎ TÊ BILA BIKE
Serok têkildarî tecrîdê jî ev tişt got: “Ez ji hemû kesan re, ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê li dijî tecrîdê têdikoşin, silavên xwe dibêjim. Li kûderê Kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelekî baş im. Ez zanim çawa bijîm. Tu min dibînî çawan im.” Min jî bi qasî ku dît baş bû. Tenduristî û moralê wî di cih de bû. Got, “serkeftinê dixwazim”. Min jî pirs kir bê ka wê careke din hevdîtin çêbibe yan na. Bersiv neda pirsa min. Ev tişt got: “Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hun pêşveçûnekê pek bînin wê her tişt çareser bibe. Lê heke hun nekin jî wê berdewam bike. Wê hem tecrîd berdewam bike hem jî herikandina xwînê berdewan bike. Bila her kes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike.”