EDENE – Li Edeneyê, di sergirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de polisên dagirker, li Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsînê de polisên dagirker 7 kesan binçav kir. Kesekî jî ji ber ku ne mala xwe bûye nehatiye binçavkirin. Polisan kesên binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polisan a Edeneyê.