BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Roja 3’ê Adarê saet di 15:30’î de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî leşkerên li qereqola Xorxan a Îdirê çalakî kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin.”