NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alîşêr Konya û Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî li ser çalakiyên ku di 3’ê Adarê de li dar xistin daxuyaniyek weşandin.
AMED
Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alîşêr Konya wiha ye:
“Endamên me 3’ê Adarê saet di 20:30’î de li taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê bi bombeyan çalakî kirin. Hejmara kuştî û birîndarên di çalakiyê de nehate diyarkirin.
Me beriya niha firoşkarên narkotîkê hişyar kiribûn ku karê şerê taybet ê dijmin dikin û hewl didin bajarê me Amedê bi jehrê bikin. Yên ku guh nadin hişyariyên me wê bibin hedefa çalakiyên me. Li dijî karên narkotîkê ku dijmin li bajarê me Amedê dimeşîne em ê xweparastinê xurt bikin û her kesên ku vî karî dikin bikin hedef.”
STENBOL
Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî jî wiha ye:
“Endamên me di êvara 3’ê Adarê de li otoparka avahiya 8 qatî ya li taxa Sapanbaglari ya Pendîk a Stenbolê li dijî 3 wesayitên faşîstan çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 3 wesayitên faşîstan îmha bûn.
Heta ku tecrîdkirian Rêber Apo bi dawî bibe û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin wê çalakiyên me bidomin.”