ŞEHBA – Yekitiya Werzîşê şaxê herêma Efrînê turnuvaya futbolê ya ciwanan li dar dixe. 10 tîmên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî turnuvayê bûne û wiha ne; Ixiwe, Avrîn Til Rifet, Istêrk Til Qerah, Raî Salih, Ehlî Şehba, Berxwedan, Şêrawayê, Emanûs Ehdas, Ehlî Kefernayê û ciwanên Efrînê.
Îro turnuvayê li yarîgeha Humasî ya gundê Babinsê yê kantona Şehbayê dest pê kir û li yarîgehê hevserokê Yekitiya Werzîşê Nezîr Kor Misto axivî û bal kişand ser girîngiya werzîşê û exlaqê werzîşê. Misto amaje bi gotina rêber Abdullah Ocalan kir û got werzîş lîstika amadekirina jiyaneke baştir e, her wiha bang li xwedîderketina li van perspektîfan kir.
Her wiha Nezîr Kor Mifto rûdanên di serhildana 12’yê Adara 2004`an de pêk hatine, şermezar kirin û anî ziman ku kesên şovenîst dixwest rastiya werzîşê xerab bikin lê bi ser neketin.
Piştî axaftin bi dawî bû, tîma Berxwedan û Ciwanên Efrînê daketin lîskê û tîma Berxwedan bi skora 5-1 bi ser ket.
Yekitiya Werzîşê diyar kir ku turnuva dê heta 18’ê Nîsanê dewam bike.