NAVENDA NÛÇEYAN
8’ê Adarê her sal bi têkoşînek cuda ya jin tê pêşwazîkirin. Çiqas hewldana ji cewher û wateya xwe derxistin hebe jî, dîroka 8’ê Adarê ya ji destê jinê hatiye dizîn û ketiye destê hişmendiya mêrê desthilatdar, nayê veşartin. Lê belê jin dîsa bi hêz û îradeya xwe bûye xwedî nasname. Yek ji qada ku jin herî bi rêxistinkiriye, qada Rojavayê Kurdistanê ango Bakur Rojhilatê Suriyêye. Dîsa çawa em Şoreşa Rojava wek ‘’Şoreşa Jinê’’ binav dikin, ku her roja diçe bi hêz û keda jinê mezin dibe, û hişmendiya serwer ya zilam ya ku duh bi navê DAIŞ’ê û îro jî bi navê ÖSO êrîş dike, encama siyaseta dewletên kapîtalîst yên qirker in.
“Têkoşîna azadiya jin deyndarê şehîdên jinên pêşeng û Rêber Apo ye”
Hişmendiya ku dibêje “Bi hevîra destê xwe tevlî karê mêr nebe”, bi çeka herî mezin rêxistinbuyîn û hêza cewherî ya jinê ve tê perçe kirin. Ji çarşefên tarî derdikevîn ronahiyê.
Hemû jinên cîhanê di şexsê jinên Kurd de hêza jin naskirin, ked û nasnameya ku Rêberê Gelan Rêber Apo da têkoşîna azadiya jin, heya roja me hat. Bê guman têkoşîna azadiya jin deyndarê şehîdên jinên pêşeng û Rêber Apo ye. Di şexsê Şehîd Sakîne de nasnameya jina têkoşer di şexsê Leylayan, Bêrîtanan, Viyanan, Zîlanan, Avesta û Arînan de serî hilda û bu bingeha Şoreşa Rojava ya ku bi jin re yek buye. Jina ku gotinên wê piştî xortê malê yê herî biçuk dihat; îro bajaran, navçeyan û şoreşê rêvedibe. Bi artêşbuyina jin ve xweparastin, bi rêxistinbuyîna jin ve sîyaseta ku gel esas tê girtin, bi radîkalî û têkoşîna jinên ciwan ve şoreşê inşa kir, ji şoreşê re bu Ava jiyanê.
Agirê kargehan ku tê de bi sedan jinan jiyana xwe ji dest dayi, agirê ku Prometheus dizî, ji aliyê Rêber Apo ve dîsa radestî jinan hat kirin û di serî de Rojavayê Kurdistanê û hemû hêlên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li gelek cihên Cîhanê têkoşîna azadiya jin hat xwedîderketin. Wek Viyan, wek Avesta, Zîlan, Dilovan û ji aliyê gelek jinan ve wek cilek ji agir lixwekirin û diyarî şoreşê kirin. Jinên karker ku bi şewatê hatin qetilkirin, wek gelek jinên din, keda wan a 5 hezar salên hatiyê mijandin, tune hatiye hesibandin, di şexsê Şehîdên Şorşê de roja jinên cîhanê bu deng û hêviya jinên li seranserê cîhanê. Bû roniya Cîhanê ya ku bi hişmendîya zilamê serwer ketibû nava tarîtiyê de.
“8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim”
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser 8’ê adarê wiha dibêje;
“Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoreşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin; karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herê berfireh ên şer bigirin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire”. //Rêberê Gelan Abdullah Ocalan//
Roja 8’ê Adara sala 1857’an li Emerîka li eyaleta New Yorkê nêzîkê 40 hezar jin, ji bo ku şertên xebata febrîqa tekstîlê baş bibe, dest bi grevê dikin. Piştî vêya polîs êrîşî jinan dikin. Ji ber vê yekê jin jî ji avahiyê dernakevin û pişt re agir pêdikeve û ji zêdetirî 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Piştî vêya li Danîmarka, bi navê jinên sosyalîst konferansek amade tê lidarxistin, di vê derê de seroka partîya demokrat ya civakî ya Almanya, Clara Zetkîn ji bo bîranîna wan jinan pêşniyarekê dike û dibêje ku 8’ê Adarê bila bibe roja bibîranîna wan. Ev peşniyar di civînê de tê qebûlkirin. Lê roja wî bi tevahî ya heyva adarê de nehatîyê diyar kirin. Di sala 1921’de li Moskova yê hat dîyar kirin. Piştî vêya Lîjnê ya Giştî ya Yekîtî ya Mîlletê 16 Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê roja jinên cîhanê tê qebûlkirin. Li Tikiyê jî di sala 1921’an heta 1975’an bi navê rojên Jinên Kedkar hatiye pîroz kirin. Piştî kûdetaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan 4 salan tê qedexekirin an jî nayê pîrozkirin.
Mirina Jinan, wekî rojekî li jinan hatiye diyar kirin!!
Niha ez difikirim, mirina jinan, wekî rojekî li jinan hatiye diyar kirin. Bi navekî din ew roj li jinên ku jiyana xwe winda kirine re hatiye diyar kirin. Lê ev ne diyarkirin e. Ka em bifikirin. Ma Gelo mirov dema nasekî xwe winda bike, mirov ev roja reş bi mûzîkê, bi govend û dîlanê pîroz dike?! Di vê derê de bi fikra min tiştek şaş heye. Hinek kes jî dibêjin ku jin bi keda xwe ev roj bi dest xistiye, bi vê rojê xwe di civakê de daye qebûlkirin. Lê belê bi winda kirina jiyanekê, bi mirinekê ev roj bi dest xistiye. Madem wisa ye em çima bi şahiyan, bi tîlîlîyan pîroz dikin!? Çend salin li hemû cîhanê û bi taybetî li Tirkiyê 8’ê Adarê bi şahiyan tê pîroz kirin. Hîn li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê mafên jina kêm e. Hîn jin tên kuştin, tên tacîz û tecawiz kirin. Ka mafê jinan li kuderê ma?!. Ka qîmet dayîna jinan li kuderê ma?!. Hinek kes jî xwe mirovên gilobal didin nîşandan û dibêjin ku di civakên pêşketî de mafên jinan tên parastin. Ji bo Tirkiyê jî dibêjin welatekî pêşketi ye. Ka mafên jinan, her roj nûçeyekî di rojevê de heye, mêr di filan mehê de 24 jin kuştine, 10 jin birîndar kirine, tecawizî 10 jinan kirine, li dijî 16 jinan jî tacîza cinsî pêk anîne û hwd….
Wê Têkoşîna Azdîya Jin di şexsê şehîd Hevrîn, Dilovan, Amara, Viyan, Arîn û Barînan de bigihêje Serkeftinê.
NC // ZERYA BAGOK