OSNABRÛCK – Bernameya Jinên Ciwan yên Azad ya Osnabrûckê û TJK-E ya Osnabrûckê ya 8ê Adarê, bi xwarineke ku bi hev ra hate xwarin û bi axaftineke Tevgera Jinan va, di 5ê Adarê roja pênçşemê destpê kir.
Bernameya 8ê Adarê ya îro, bi temaşe kirina fîlma “Min Dît” berdewam kir. Piştî temaşe kirina fîlmê, bername bi danasîna kampanyaya Jinên Ciwan yên Azad ya bi navê “Don’t Tell us Fairytales (Ji me ra Çîrokan Venebêje)” berdewam kir. Bi vê ra, di der barê kampanyayê da nîqaş jî hatin kirin.
Bername yê heta 8ê Adarê berdewam bike. Ew roj li Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ya Osnabrûckê, bi Greva Jinan ya Enternasyonalîst (Internationalistischer Frauenstreick) va saet 15an da şahiyek yê bê li dar xistin û bername yê piştî vê pîrozbahiyê bi dawî bibe.
Jinên Ciwan yên Azad ya Osnabrûckê û TJK-E ya Osnabrûckê hemû Kurdistaniyan û dostên wan vedixwîne vê pîrozbahiyê.