NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Azadê (JCA), ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.
JCA’ê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên tekoşînvan yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz kir.
Daxuyaniya JCA’ê wiha ye:
Azadiya Jinên Cihanê bi bilindkirina têkoşînê re gengaz e
Di despêkê de em 8ê Adare wek Jinên Ciwan li Rêber Apo, hemû têkoşer û kedkarên jin li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cihanê pîroz dikin. Dîroka 8ê Adarê di sedsala dawî de wek têkoşîna jin, ji bo azadiyê û wekheviyê asteke girîng ji bo tevahiya jinên cîhanê bidestxist, lê belê bi jina Kurd re û pêşketina bîrdoziya rizgariya jin re her roj veguherandin roja têkoşînê, roja 8ê Adarê. Bi şoreşa Rojava, avakirina YPJ û netewa demokratîk ku jin pêşengtiyê dike, 8ê Adarê bû her roj, bû roja tolgirtina hezar salan.
Di sedsala 21. de qetlîamên herî xwînrij û qirker û herî mezin li beramberî jin pêk tê. Asta tundiyê ya li gerdûnê qat bi qat mezin bûye. Ev wek şenber di şerên ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin de diyar dibe. Li Kurdistanê hişmendiya baviksalarî di ya xwe de israr dike û bi sedan jin her sal dibin qurbanî vê yekê. Di nava pergala modernîteya kapîtalîst de ku hemû jin xistiye metayek ku ji hemû rastiya xwe dûr ketiye û bi hostahiyek û ziravtiyek mezin ve kolekirina jin bi pergal dike. Rojane di her kêliya jiyanê de jinên ciwan bi tevahî jinên cîhanê bi awayekî sistematik dibin hedefa hişmendiya qirker ya baviksalarî û tên kuştin, taciz û tecawizkirin. Li beramberî vê her tim têkoşîna jin xwediyê sekn û helwest bû û tu car nerawestiyaye.
Ji bo parçekirina pergala baviksalarî yek riyekê ji bo jin û jinên ciwan heye, ew jî bi awayekî hevpar xwe li hemû eniyên jiyanê birêxistinkirin e û têkoşîn meşandin e. Di vir de wek jin pêwîst e hemû sînorên netew, bawerî, birdozî hwd. werin derbaskirin. Wek jin ku li hemû cihanê heman tundiya pergala baviksalarî dijîn, bi yekîtî û têkoşîneke hevpar ve em ê bibin hêz. Hêviya jiyanek demokratîk, ekolojîk û azadiya ne tenê jina Kurd ya hemû jinan ji xwe re dike bingeh, Rêber APO jî avayîsazê vê Paradigmayê ye. Mîrata me mezin e, Sara, Rosa, Bêrîtan, Ronahî, Sema, Hevrîn û Bêrîvan e û bi hezaran ku navê wan nehatin nivisandin in. Jiyana têkoşer û şoreşgerên Jin ji me re mînak û rêber e.
Herî dawî Rêber APO di hevdîtina xwe de anî ziman ku “Her tişt bi têkoşîna we ve girêdayî ye“ . Ev tê vê wateyê ku ji bo têkbirina pergala baviksalarî yekane rê bi keda xwe mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînê ve gengaz e. Armanc wek jinên ciwan, bi bîr û baweriya ku me girtî, meşa azadiya jin mezinkirin e û teqez ber bi azadiya Rêber Apo ve meşandin e.
Bijî Serok Apo
8ê Adarê Pîroz be
Jin Jiyan Azadî