Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Di belgeyekê de tekoşîna dijî Şerê Taybet û Şerê Derûnî wiha tê ser ziman:
“Şerê ku ji aliyê dijmin ve tê meşandin di encamê de arstebûneke îdeolojîk e. Ji lew re têkoşîna li hembêrî wê jî divê îdeolojîk be. Zanîn û tesbîtkirina rêbazên şerê taybet ku dijmin di domahiya dîroka me ya têkoşînê de li hemberî me bikar aniye, girîng e. Ji ber ku li hemberî van bergeha hevpar neyê girtin, siyaseteke hevgirtî neyê diyarkirin û têkoşîneke domdar bûyî û qordîneya we baş nehatî pêkanîn û naye meşandin, encam girtin jî gengaz nabe.
Bi avakirina têgehên bihêz ku xitabî hemû beşên civakê bikin, di xala guhertina şêwaz û rêbazên me yên domdariya wan tine û yeknesak de, xebateke birêxistin pêwîst dike.
Dijmin ji bo xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne, hemû hebûna xwe daniye holê. Dema ku vê dike jî, herî zêde ji aliyên me yên lewaz sûd werdigire. Lewaztiya têgehên me ku em li hemberî şerê taybet ê ji aliyê dijmin ve tê meşandin bikar tînin û nebiyebûna peyamên me, dibe sedema bibandorbûna şerê taybet.
Hilberandina têgehên ku hevdu temam dikin û di hêla civakî, siyasî û derûnî de bi bandor, giraniya ser belavkirina van, yek ji pêkerên girîng ên me bihêz bikin e.
Têkoşîna li hemberî şerê taybet ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê sepandin, heke tenê bi valaderxistina arasteyan ve were sînordarkirin, wê bibe nêzîkatiyeke kêm. Bi qasî teşhîrkirina aliyên pergalê yên her roj li ser me ferz dikin, bi derxistina pêş a têgehên derbarê azadî, wekhevî û piştgiriyê de diyarkirina rojevê û arastekirina civakê ya fikirînê, pêwîst dike.
Stratejiya dewleta Tirk a şerê taybet, ji aliyê hemû organên dewletê ve bi awayekî biqordîne tê meşandin. Di vir de hêza herî bibandor MÎT û rêxistinên îstîxbaretê yên din e. Di diyarkirin û sepandina polîtîkayê de ev sazî xwedî rola kilîd e. Lê li ser bingeha vê armancê rexistineke bi navê Musteşartiya Ewlehiya Giştî hatiye avakirin da ku hemû saziyên dewletê, hemû organên dewletê yên çapemeniyê, avaniyên îstîxbaretê yên din li ser bingeha temamkirina hevdu bi heman armancê bikar bîne. Ev sazî ji bo vê hatiye erkdarkirin. Li hawîrdora vê navenda ji aliyê vê Musteşartiya Ewlehiya Giştî ve hatî avakirin, li kêleka hemû organên dewletê, rêxistinên civaka sivîl ên ji aliyê dewletê ve tên destekkirin, avaniyên çapemeniyê tên birêxistinkirin û birêvebirin. Rol û misyona her yekê ji wan ji berê de hatiye diyarkirin.
Dewleta Tirk a faşîst di şerê li hemberî têkoşîna azadiyê bi awayê şerê taybet an jî “şerê topyekun” dimeşîne de, li kêleka hemû saziyên dewletê yên fermî, avaniyên biropûşa sivîl ên ji aliyê dewlete ve tên qontrokirin, organên çapemeniyê jî bi awayê domdar, bibandor û biqordîne bikar tîne. Ji lew re jî li hemberî şerê taybet yê ku topyekun ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, bersivdayîneke bi têkoşîna topyekun, ji bo serkeftinê mecbûrî ye.
Kurtahî, pêwîste ku were zanîn; dewleta Tirk a faşîst pir bi zanebûn û bi plan li hember Tevgera Azadî, li hember civaka Kurd, li hember Ciwan û Jinên Kurd tekoşînek ango Şerek Taybet dimişîne. Pêwîste ev tucaran naye ji bîra kirin!
Şerê taybet her çiqas xwe wek (xebatên derûnî) yên bêhtir li ser amûrazên ragihandinê û çapemeniyê tên meşandin bide xuyakirin jî, di rastiyê de tomeriya hemû xebatên ji aliyê mekanîzmeyên dewletê yên din ve tên meşandin e. Ji lew re li hemberî şerê taybet ê ji aliyê dijmin ve topyekûn tê meşandin, pêwîstî ku bi giştî û topyekûn bersiv were dayîn.
Ji bona wê:
1-Deşifrekirina polîtîkayên rejîma AKP’ê yên qirkirina siyasî, civakî, çandî, aborî, fizîkî, olî, moral û sincî yên li Tirkiyê û Kurdistanê ya bi her awayî.
2-Deşifrekirina polîtikayên wê yên ku civaka Kurd li hemberî xwebûnê dike biyanî, hişmendiya wê dijmin diguherîne û dewleta Tirk wek dijmin raber nake.
3-Derxistina holê ya polîtîkayên asîmîlasyonê ku AKP li hember qewmên din yên li Tirkiyê dimeşîne.
4-Bi derxistina holê ya pergal perwerdê û armancên vê pergalê ku AKP di çerçeveya polîtîkayên qirkirinê de hewl dide bipêş bixe, bipêşxistina têkoşîna ku li hemberî vê were dayin.
5-Teşhîrkirina polîtîkayên AKP’ê yên aborî û polîtîkayên qirkirina ku di qada kedê de tê jiyîn.
6-Polîtîkaya tenduristiyê ya ji aliyê AKP’ê ve li Kurdistanê tê sepandin, dîsa plansaziyên li ser esasê nezayokbûn û qontrola zayînê ku ji qirkirinê re xizmet dikin, divê werin aşkerakirin.
7-Hêj zêde teşhîrkirina polîtîkayên AKP’ê yên li parçeyên Kurdistanê derbarê guhertina avaniya demografiyê de.
8-Hertim rojevekirina polîtîkayên dewleta Tirk ên derbarê ji holê rakirina dîrok û çanda Kurd de û bi teşhîrkirin valaderxistina wê.
9-Hêj zêde girandayîna ser deşîfrekirin û teşhîrkirina polîtîkayên mêtîngeriyê yên AKP’ê ku derbarê çavkaniyên dewlemendiya li Kurdistanê yên sererd û binerd de dimeşîne.
10-Derxistina holê û teşhîrkirina hemû xisarên polîtîkayên veguherîna bajarî ku KT bi armanca parçekirina civakîtiyê dixwazê li Kurdistanê bipêş bixe.
11-Deşîfrekirin û teşhîrkirina kirinên AKP’ê yên li Kurdistan û Tirkiyê derbarê qetlîamên xwezayê de.
12-Derxistina holê ya sûcên qirkirinê ku ji aliyê AKP’ê ve li Kurdistanê bi awayekî pratîkî tên kirin, dîsa ji bo pêkanîna darizandina van, di asta netewî û navnetewî de hertim anîna van a rojevê.
13-Polîtîkaya Şerê Taybet a li ser Jinê tê sepandin, di esas de ji bo xistina jinê ye. Ji lewre teşhîr kirina tevahî polîtîkayên dewleta tirk dijî jinan.
14-Ciwan hêza têkoşîne û motora civaka zindî ne. Dîsa her tevgerîn û pêşketînên di qada civakî de ciwan roleke pêşeng liyîstiye. Ji lew re jî sepanên şerê taybet ên bêhejmar li ser ciwanan tên meşandin. Ji ber wê pêwîste ku hemû rê û rêbazên qirêj yên ku di milê dewleta tirk de dijî ciwanan tên meşandin werin teşhîr kirin.
15-Deşîfrekirina xebatên tundî, laşfiroşî (fihûş), hişbir û kirina sixur ku ji aliyê AKP’ê ve li Kurdistan û Tirkiyê tên bipêşxistin; li hemberî vê ji bi zanekirina civakê bipêşxistina têkoşînê.
16-Kuştinên jinan û tundî, dîsa destdirêjiyên li hemberî jin û zarokan, bi daneyên aktüel divê werin teşhîrkirin; zihniyet û polîtîkayên ku tacîz û destdirêjiyên li hemberî jin û zarokan bi têgehên “îstîsmar” sivik dikin, divê werin teşhîrkirin.
17-Polîtîkayên ku derbarê girtîgehan de tên meşandin, divê werin aşkerakirin.
18- Li hemberî polîtîkaya AKP’ê ya perwerdê ya derbarê zarok û ciwanan de, li ser vê bingehê zanîngeh, huner, wêje, muzîk û rêzefîlmên televîzyonê di bergeha şerê taybet de çawan tên bikaranîn û li hemberî bandorên wan divê têkoşîn were meşandin.
19- Teşhîrkirin ku Osmanîtî, nîjadperestî û olperestiya AKP’ê.
20-Deşîfrekirina rêxistinên civakên sivîl ên ji aliyê AKP’ê vi li Tirkiyê û Kurdistanê hatine birêxistikirin, her wiha deşîfrekirina xebatên wan, bi avakirina hişmendiya civakî pêkanîna teşhîra van saziyên şerê taybet.
21-Derxistina holê ya serweta Erdogan û malbata wî ku di ber mayîna li ser deshilatiyê de bidest xistine, di serî de li nav netewî û di hemû qadên navnetewî de pêkanîna teşhîra vê serwetê.
22-Deşîfrekirina avanî û organîzasyonên leşkerî yên biropûşa sivîl.
23-Deşîfrekirina têgehên ku li hemberî têkoşîna tevgera azadî di polîtîkaya derve de tên bikaranîn û têkiliyên navnetewî yên di vê çerçeveyê de tên bipêşxistin.
24-Derxistina holê ya polîtîkayên ku li hemberî rêxistin û derdorên muxalîf-çep-sosyalîst ên li Tirkiyê dûrxiztina wan a ji têkoşîna sosyalizm û demokrasiyê tê xwesitin tê meşandin.
25-Li hemberî zihniyet û sepanên retker û yekperest ku di serî de li hemberî Kurd, Ereb û Tirkmenên xwedî baweriya elewî û beşên xwedî baweriyên cuda tên bipêşxistin, meşandina têkoşînê.
26-Deşîfrekirina partî, rêxistin û avaniyên ku destekê didin polîtîkayên AKP’ê yên qirker.
27-Aşkerakirin û teşhîrkirina projeyên ku li Kurdistanê ji aliyê saziyên dewletê ve bi navê “qezenckirina gel” tên meşandin.
28-Li hemberî polîtîkayên ku pergala cehşîtiyê û sîxurkirina civakê bipêş dixin, meşandina têkoşîneka bi bandor; li ser binngeha tesbîta ku pergala pasvaniyê cehşîtiya bajêr e, teşhîrkirina vê pergala pasavaniyê.”
Bêguman, ev gelek mijarên din dikarin werin rêz kirin. Lê ya girîng ew e ku, her yek ji me tişta ku dewleta tirk ji bo ku civaka me pûç bike dimeşîne deşîfre bike û teqez hember wan kirinan jî bisekine.
Bila were bîra me, Rêber Apo ji bo Şerê Taybet ev pênase kiribû:
“Heke em ŞERÊ TAYBET di wateya teng de wek bi rêyên xapandinê, ango bi rêbazên wekî tertip, qomplo, fêlbazî, suîqast, lêdana ji paş ve, avakirina naqokiyên nav xweyî, berdana hev, leyîstina dualî, kirîn, bêkesayetkirin, bikaranîna ji bo berjewendiyên xwe, provoqasyonan tasfiyekirin an jî beralîkirina reqîp bigirin dest; ŞERÊ TAYBET û çîna Tirk a serdest û artêşa wê bi awayekî şidandî girêdayî hev in; wekî goşt û neynokê ne…
Cewherê şerê taybet, ew rêbaza serwertiya ku civakekê ji ber naqokî û lewaziyên wê yên hundirin li heb bide û serweriyê xwe bidest bixe tê kirin e.” Û li Kurdistanê de dewleta Tirk a faşîst bi şixûlandina lewazî û naqokiyên civaka me pêk aniye.
Lê herî dawî pêwîste naye ji bîra kirin ku wek Duran Kalkan dibêje: “Bi şerê taybet dewlet, dibe takekes û civak. Takekes jî dibe dewlet û ji mirovbûnê derdikeve. Civak ji civakbûnê derdikeve û tine dibe ango li rastiya xwe de dûr dikeve. Li şûnê wê jî tenê dewlet dimîne.”
Va ye ŞERÊ TAYBET û Şerê Derûnî tam jî ev bi xwe ye!
Ger Şerê Taybet û Şerê Derûnî ev bibe, wê demê ji bo ku em nebin maddeya xam a dewlet tirk a faşîst û dewletên din pêwîste ku em bi hemû hêza xwe dijî vî şerê qirêj, bêexleq û bê vîcdan, bi tevahî hêza xwe bitekoşîn!”
https://www.nuceciwan43.com/ku/2020/02/27/taybet-plansaziya-3-mim-ango-muawatin-muhacir-u-maktumin/
https://www.nuceciwan43.com/ku/2020/02/29/taybet-encama-plana-serq-islahata-3-mim-ya-suriye/
https://www.nuceciwan43.com/ku/2020/03/01/taybet-dewletek-tipik-despotik-rejima-baas/