DORTMÛND – Bi pêşengiya TJK-E ya Dortmûndê, li rawestgaha trenê ya Dortmûndê jin hatin li cem hev. 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê, bi meşekê hate pîroz kirin. Meş û mitînga ku peyamên berxwedanê hatin dayîn da, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li kolanan da bilind bû.
Meşa ku bi sedan jin tevlî bûn da belavokên bi Elmanî yên girîngiya rojê tê da hatiye vegotin hatin belav kirin. Çalakvanan pankartên ku “Azadiya jinan di Azadiya Ocalan da derbas dibe”, “Jin cîhanê diguherînin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatine nivîsîn hilgirtin û fularên binevşî yên bi Elmanî û Kurdî “8ê Adarê” hatine nivîsîn li stûyên xwe alandin.
Malbata Onalya Çendyê ya ku li Dortmûndê, 24ê Reşemiyê ji aliyê mêrê ku pê ra zewicîbû hatibû kuştin jî tevlî meşê bû. Axaftina ku li ser navê malbatê hate kirin da hate gotin ku bi birêxistina jinan va yê dawiya kuştina jinan bê.
Meşa ku aktîvîstên Jinên Ciwan yên Azad, JXK, TAJÊ, Crocodile E.V.,DÎDÎF û yên gelek saziyên din jî tevlîbûn, li qada Reinholdenkircheyê bi mitîngekê dawî bû. Di mitîngê da peyama bi berxwedana jinan û felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelan Ocalan va tevahiya cîhanê, bi taybetî jî jin yê bi modernîteya demokratîk va yê xwe bigihînin azadiyê hate dayîn. Hate gotin ku azadî yê bi bilindkirina têkoşînê û bi azadiya Ocalan va pêk bê.
Çalakî bi govend, tilîlî û gotina sloganan va bi dawî bû.