MEXMÛR – Li herêma navçeya Mexmûr a ser bi Mûsîlê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) liv û tevgerek zêde ya balafiran heye.
Li herêma navçeya Mexmûr a ser bi Mûsîlê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) liv û tevgerek zêde ya balafirên şer heye.
Li gorî agahiyên nûçegahinê me dane, dem dem dengê bombebaranê ji dûr tê bihîstin. Lê, nehate zanîn ka kûder tê bombebaran kirin.
Nehate zanin balafir ên kîjan welatî ne.
Hêjayî gotinê ye ku carna balafirên Iraqê û koalîsyona navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên Mexmûr û Hewîce bombebaran dikin.