HESEKÊ – Şahiyê bi rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Bi hezaran jinên kantona Hesekê, hevseroka Kantona Hesekê Semir Abdullah û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûne.
Cihê şahiyê, bi al û sembolên kurdî, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û YPJ’ê hate xemilandin.
Tê payîn ku daxuyanî bi boneya 8’ê Adarê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî were xwendin. Kurdî wê ji aliyê berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evin Başo, daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Kantona Hesekê û bi zimanê suryanî jî wê ji aliyê Meryam ve were xwendin.
Şahî dewam dike.