MEXMÛR – Jinên Mexmûrî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi kelecan û coşeke mezin pîroz kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan li ber derê avahiya Meclîsa Îştar jinan bi cil û bergên neteweyî 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin.
Li qada şahiyê al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK, PAJK, YJA Star, TJA û pankartên bi nivîsên ‘8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be’, ‘Tekoşîna jinan wê gelên cîhanê azad bike’, ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ û ‘8’ê Adarê pîroz be’ hate vekirin.
‘Şoreşa Rojava mînak e’
Berî çalakî dest pê bike di kesayetiya şehîdên jin ên şoreşê û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Koordînasyona Meclîs Îştar Çîçek Cengîz Urek axivî. Urek di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Ocalan û hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kir. Urek bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û got: “Tekoşîna jinê kir ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan û deskeftiyeke mezin bê girtin. Bi taybet şoreşa Rojava mînaka vê yekê ya herî ber bi çave. Ji bo wê ye Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye.”
‘Mîmarê têkoşîn û azadiya jinê Rêber Apo’
Urek bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinê kirî û got: “Yekane mîmarê têkoşîn û azadiya jinê Rêber Apo ye. Rêber Apo di her şert û mercî de ji bo azadiya jinê têdikoşe û hevaltiyeke xurt bi jinê re dike. Ji bo vê yekê em jinên Mexmûrê dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re tînin ziman û dibêjin heta Rêbertiya me azad nebe wê berxwedana me jî bidome.”
‘Jina Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî’
Li ser navê Meclîsa Jinên Ciwan Rihan Kaya jî axivî û behsa têkoşîna jinê kir û got: “Li Rojhilata Navîn a bûye qada cengê herî zêde jin bandor dibin û dîsa beşek a têkoşînê vê ne. Jina Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.”
Endama Meclîsa Îştar Mamoste Gulê Tunç jî nameya dawî ya hevdîtina li gel Ocalan a bi rêya malbatê hatibû kirin, ji jinan re xwend.
Piştî xwendina namaya Ocalan, jinan bi yek dengî dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî’ qîr kirin.
Di dawiya çalakiyê de jinan li ber stranên neteweyî govend gerandin û dawî li çalakiya xwe anîn.