KERKÛK-RANYA-HEWLÊR – Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê endamên RJAK’ê li Ranya û Kerkûkê gul belav kirin û di pêşengiya Grûba Dengê Jinan de li Hewlêr aktîvîteyek hat lidarxistin.
KERKÛK
Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û gul li wan belavkirin.
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Başûrê Kurdistan bi aktîvîte û çalakiyên dewlemend bi coş didomin. Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û gul li wan belavkirin.
Endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) Sumeye Celîl li kolanên Kerkûkê dema bi wesîleya 8’ê Adarê gul li jinan belav dikir, têkildarî mijarê ku ji saziyên ragihandinê re axivî, behsa dîrok û maneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kir û diyar kir dê têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe bidomînin.
RANYA
Her wiha li navçeya Ranya ya girêdayî parêzgeha Silêmanî jî bi heman mebestê di pêşengiya RJAK’ê de gul li jinan hatin belavkirin.
Endama RJAK’ê Esmer Resul a li vir daxuyaniyek da, 8’ê Adarê li jinên li hember zilmê têdikoşin pîroz kir û got, “Ji bo mafên xwe û garantîkirina jiyana azad em xebat û têkoşîna xwe didomînin.”
HEWLÊR
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Grûba Dengê Jinan de li Hewlêr aktîvîteyek hat lidarxistin.
Endamên Grûba Dengê Jinan li navenda Hewlêr bi wesîleya 8’ê Adarê nêrgiz û şekir li jinan belav kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.