NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê ya li ser mijarê wiha ye:
“Di roja 8`ê Adarê li eniya Efrînê hêzên me dronek bi bombe (Phontom 4) ya çeteyên dagirker anîn xwarê.
Di daxuyaniya duh de me ragihandibû ku di encama çalakiya sabotajê ya li 6`ê Adarê li Efrînê hatibû lidarxistin de 2 çete brîndar bûne. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin yek ji wan çeteyan di nexweşxaneyê de mirî ye.
Artêşa dagirker êrişên xwe yên bi çekên giran li heremê berdewam dike.“