NAVENDA NÛÇEYAN – Televîzyona Rossiya 1 a dewletê ya rûs, dîmenên faşîstê Erdogan û şandeya wî ku di 5’ê adarê de ji bo geşedanên li Idlibê gengeşe bikin çûbûn Rûsya û li ber derî hatine sekinandin weşand. Di dîmenên jimêrek (sayaç) li ser ku hatin weşandin de tê xuyakirin Erdogan û şandeya xwe beriya hevdîtina li gel Serokê Dewletê ya Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nêzî 2 deqîqe li korîdorê tên sekinandin.
Her wiha di dîmen de tê xuyakirin Erdogan ê li ser pêya westiyaye li ber deriyê cihê hevdîtinê li ser sandelyekê rûdinê. Ev dîmenên ji aliyê Rossiya 1 hatin belavkirin di medya civakî de bûye rojev.