Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Jiyankirina bi jinê re xweşik e, lê belê bi jina azad re, ya ku şer dike re. Ya ku xwe li ser vê bingehê diafrîne re, jiyan hîna zêdetir birûmet e. Pêwîste rêza zilam jî ji bo vê hebe. Ji ber ku qezenckirina wan û jiyanê bi tenê jina azad re çêdibe. Ez dibînim ku şêweyên lêkolîna di asta jinê de gelekî kêm e. Ez bawer dikim ku sersekinandina hin pirsgirêkan dê baş bibe.
Di Kurdistanê de û di Tirkiyê de rastiya jinê gelekî dişibine hev. Bi tevî hemû hewldanan jî jin ji bo lehiya şoreşê û gavavêtina azadiyê tevlîbûneke bisînor nîşan dide. Di vê mijarê de pêşketin hene, lê belê em ger hewldanên rojane bi pêş nexin, dê dijmin bi şerê taybet ve jinê bîne ber bi fetisandinê.
Ji bo we azadî tê çi wateyê? Gelo ma hunê bikaribin di azadiyê de berdewam bikin? Ev tişt zêdetir me didine hizirandin. Weke ku em dixwazin nebe jî, me gel xiste bin bandora xetê. Weke em dixwazin neyê meşandin jî, rêbertiya partiyê dizane ku li ser karê xwe sekinandinê zêdetir tu çareya wî nemaye. Bi rexmî hemû ketîbûn û lêyîstokên di rastiya jinê de hişt ku em jina ku bi sedan salin hatine kolekirin bikişînin asoyê azadiyê. Jin niha li gor berê hem ji aliyê çawaniyê (nîtelîk) hem jî ji aliyê hêjmar de ji bo dahûrandinê guncaw in. Rêbazên me di gavavêtina azadiya giştî de pêşketinan çêdike. Li gel vê girtîbûnên balkêş jî tên dîtin. Heta provakasyon bi pêş dikevin. Weke kesekî ku li ser rastiya Kurdistanê ye, hem hêza min a çavdêriyê ve, hem jî ezmûnên xwe yên guhertina pratîkî ve ez ê herî berfireh im. Ez vî tiştî jî ji nedîtî ve nayêm ku çareserî tenê bi hewldanên min ve jî çênabe. Di vê mijarê de niyeta baş jî têr nake.
Şoreş li gel ku di wateya azwerî, hêrs, tûjbûna nêzîkbûnan, hewldanên ku têr dikin û serûbinbûnê, tê wateya bersivdayîna pergalê û bi hostetî bersivdayîna van hemû tiştan e. Gelo ma hun dikarin, van hemûyan çi qasî di nava hev de temsîl bikin? Bi çawaniyên yekalî û yek astî ve şoreş nayê bihêzkirin. Bi tenê dema bi qasî hest, hizir, bi qasî teorî û pratîkê jî di cihê xwe de û di asteke têr de, were bikaranîn dê di şoreşê de ristekî bilêyîze. Ez felsefeya we ya jiyanê baş nizanim, dinya we ya azweriyê û têkîldariyê asta we ya azadiyê ji aliyê min ve zêde nayê zanîn. Ev xwezayî ye, derfeta me nîne ku em yek bi yek lêkolînê bikin, jixwe nayê lêkolînkirin jî. Dîsa jî ji bo dahûrîna takekesiyê pêwîstî heye ku nirxekî bilind were dayîn. Bi taybet ev di ezmûna PKK’ê de xwedî girîngiyeke mezin e. Di kesayetekî de zayend û civak dahûrandin, rêbazeke lewaz nîne. Dahûrîna civakê bi têgîhiştina takekes ve jî dibe.
Di nivîsandinên klasîk ên heta niha de hîn zêdetir astên civakî û nepenî têne dahûrandin. Lêkolînkirina asta kesayet ji bo wêjeyê tê hiştin. Lê belê em nikarin xwe tenê bi wêjeyê ve bes bibînin. Ger dahûrîna civakî, dahûrîna takekes di asta siyasî de bibe rêbazeke bingehîn, dê nêzîkbûna partiyekê jî ez bawerim zêdetir encaman bigre. Taybetmendiyeke PKK’ê ya bi vî rengî ji berê ve heye. Hetanî mirov dikare PKK di vê mijarê de weke partiyeke herî pêş de jî binirxîne. Di astên navnetewî de jî ev wiha ye. Ji ber wê jî pêwîste mirov dahûrandina takekes neyînî nebîne.
Herî zêde pêwîstiya jinan bi dahûrandinan heye. Bûyera jinbûnê pirsgirêkeke ku herî zêde bûye girêkeke kor e. Gelo em avabûna we ya heyî çi qasî qebûl bikin? Vê çi qasî derbas bikin? Bêguman girêkbûneke takekes ku di bin bandora civakê ya dijwar de hatiye avakirin, mijara gotinê ye. Gelo ma em dikarin çi qasî bi vê şekilgirtinê ewle bin? Bêyî ku em fêm nekin, ji bo kê şekilgirtin, ji bo kê jiyan, ji bo kê avabûna kesayetê pêwîst e, cihdayîneke bi şêweyê şoreşgerî ve di nava jiyanê de wê bi xwe re xeletiyan, kêmasiyan û heta şaştiyan ava bike. Jixwe mînakên ku derdikevin holê nîşan didin ku ev yek wisa hêsan nîne. Ger ez we di nava têkîliyên heyî de bihêlim, ez ne bawerim hun ji bo şoreşê bisûd bin. Heta ez we li gor dinya we ya azwerî, hest û hizir hindekî azad bihêlim, dîsa ez ne bawerim ku ev jî zêde encamê bigre. Hun bi xwe jî dizanin ku, hun di jiyanê de zêde bi bandor nînin. Heta hun nikarin nefesê jî bistînin. Ew newêrekî û neçarbûna di kesayeta jinê de, di asteke pêş de ye. Hun asta kesên ku ji bo xwe dijîn ne, ji bo hindekî din dijîn ava dikin. hun bi karekî li gor hindekên din hatiye kirin ve li gor xwestek, azwerî, feraseta serdestiyê û zordestiya civakê –ku ev civakeke serdestiya zilam e- we şekil girtiye. Dijberî vê eniyê jî ev e. Dema helwest nîşan da, yan jî dij derket, dema hatine gotin, “ji malê revî, ji ber zexta zêde kete kolanan, benê xwe qetand” rêpîvan nenasîneke bêsînor derdikeve holê. Weke ku ya rast nîne, dinyayeke we ya di navbera herduyan de hatiye zîndankirin heye. Ji bo helwestên we gelekan, ne rêgeza azadiyê, ev herdu rêgez bandor dikin.
Mixabin rexmî hemû hewldanên me, em dibînin ku hindek kesayet li şûn tiştên ku dihatine hêvîkirin mane. Peyama ku em dixwazin bidin nikarin ji hemû aliyan ve bigrin. Di vê mijarê de pêwîste mirov asta sîxuriya objektîf baş bibîne. Bêyî ku mirov rewşa giştî ya gelê me sîxuriya objektîf, bi taybet jî xirabtir xistina jinê fêm neke, gihiştina dahûrandinên bihêz negengaz e. Hêmanên ku yek carê min di vê mijarê de dihizirîne şêwazên we yên lêkolînê yên gelekî şaş û kêm in. Pêşxistina we ya şêwazên lêkolînê sedema herî girîng e ku hun nikarin bigihên encamên rast. Biryar ev e, ger dahûrandin neyên kirin di Kurdistanê de meş çênabe, şer nayê pêşxistin, azadî nayê bidestxistin, tiştên ku li Akademiya Mahsum Korkmaz dihate dahûrandin tenê hindek rastî nebûn. Tiştê ku dihate dahûrîn, di rastiyê de çarenûsa ku bibû girêka kor, ê hatiye dahûrandin ew qeydên ku em pê ve girêdayî bûn. Ê ku hatibû dahûrandin kulmek endamên wê Akademiyê jî nebûn, hemû dîrok û civak bû. Gavên ku dihatin avêtin jî bi rojane ew qasî berfireh bûn û encam digirtin.
Hun xwedî gavavêtinên azad in. Ji bo we azadî çi ye? Hun kesên ku van tiştan gelekî bihizirin û encamê bidin in. A guncaw jî, hun di vê nêvenga tekoşînê de hindekî dihizirin, di dika filmên herî navdar de jî platformeke wiha nayê serûberkirin. Ger hun bi hestyarî binirxînin, hun dikarin hem hest û hizrên xwe rabikin ser piyan, hem jî ji bo jinûve ava bikin, hunê qebûl bikin ku ev tişt gelekî guncav e. Bi qasî ku ez dibînim, xala herî zêde ku hun tê de asê dimînin pirsgirêkên weke zayendekê ji rastiyê ku hun dijîn çêdibe. Ez dikarim vê zelal daynim holê û bi we re nîqaş bikim. Hun dikarin vî tiştî bigihînin asta rêgez. Tu wateyeke ku hun ji vê tengav bibin, vî tiştî tenê weke pirsgirêkeke exlaqî bi dest bigrin nîne. Ew rêgezên ku hun jê re dibêjin rêgez, di rastiyê de exlaqê feodal e. Di nava wê de qirêj, berjewendî, malbûn û milkiyet û herî zêde jî windakirina we heye. Dîsa tiştê ku çêdibe bi serê we tê. Di bin pêçeka exlaqî ya heyî de yên ku wenda dikin bi giştî gelên ku tenê perçiqandin û zayenda tê perçiqandin e. Hun, heta dawiya temenên xwe êşa wê û tengasiya wê dijîn, piştre bi aqilbûn zêde bi kar nayê. Pirsgirêka me, em bi şêweyê rizgarîxwaz nêzîk dibin, tenê ji bo xwe ne, ji bo rizgariya civakê û zayend gava biavêjin. Bêguman tê xwestin ku girêdaniya azadiya zayendî bi civaka çînî û siyasîbûnê ve gelekî baş were avakirin. Ez wisa bawer dikim ku dema rastiya Kurdistanê dibe mijara gotinê di dinyayê de têkîliya malbat û civak, malbat û siyaset a herî baş û bihêz em datînine holê. Dîsa di nava malbatê de asta jinê gelekî baş hatiye vekirin. Bûyera ku jê re tê gotin, “jin” çawa ye, di nava nêzîkbûneke çawa de tê girtin gelekî bi zanistî hatiye danîn. Di vê mijarê de dostê me yê birêz Îsmaîl Beşîkçî jî dibêje, “pêwîste mirov balê li aliyê sosyolojîk a Apo bikşîne, civaknasî (sosyolojî) zanistiyek e, pêwîste mirov piştgiriya wî ya di vê mijarê de jî bibîne.” Her çi qasî niyeteke min a wiha nebe jî ew bi xwe vê yekê dibîne, di rastiyê de malbat û civak, jin û malbat bûyerên girîng ên sosyolojîk in. Lê belê dema rastiya Kurdistanê dibe mijara gotinê aliyekî vê yê siyasî ya vê pirsgirêkê jî derdikeve holê. Pêwîste ku mirov vê yekê dayne holê.
Dema mirov balê lê bikşîne ger min misoger malbat çareser nekiribiya em bihêlin gihiştina azadiyê dibe ku bêyî ez bigihêm çardeh saliya xwe, ez di pevçûnên malbatê de tune dibûm û diçûm. Ez zaroktiya xwe ji bo ku bibe mînak bînim bîra we. Armancên weke çiyan didan pêşiya min. wisa plan dikirin “ev zarok bila mezin bibe, ji bo şeref û rûmeta malbata me tolê bistîne, mirovan bikuje.” Dema ji bo ku nekevime nava vê min digot, ez naxwazim mezin bibim. Ez wiha dihizirîm, ezê çawa dijmin bikujim, hêza min tuneye. Ezê zû bimrim, min wê demê dest bi siyasetê kir. Pîrika min digot, “çavên vî hindekî bi bênamusiyê temaşe dike, xeteriyek heye ku ji bo malbatê şer neke.” Di rastiyê de pêwîste ev yek weke ez zarokekî baqilbûm were şîrovekirin. Ger ez weke zarokekî bingehîn ên malbata xwe mezin bibama, min nedikarî ji gund gavekî biavêjim derve.
Hun jî baş dizanin di hemû malbatên Kurd de zilam weke zarokê xas, kurê xas tê mezinkirin. Li ser vê bingehê hemû hîn negihiştine. Di dozên xwînê de, di pevçûnên malbatê de, di pirsgirêkên erd û mal de pevçûnên ku dendikê hêjirê jî danagre, yên mirişk û kuçikan de tune dibin û diçin. Min ji ber vê sedemê biryar da ku ez ji bo van nekevim hewldanên mirinî. Ez ji malbatê hêrs ketim, pevçûna min a bi malbatê re dest pê kir û piştre jî berdewam kir. Nakokiyên min bi dayik û bav, gund, civak, dagirkeriya tirk, ol û felsefeyê ve her çû bi pêş ket. Xuyekî min heye, “ez xwe naxapînim, dema ku ez bi nakokiyekê re rûbirû mam, weke ku bifetisim dixwazim wê çareser bikim. Dibêjim, ezê heta dawiyê bi ser de biçim û wê çareser bikim, teqez dikarim encamekê bi dest bixim.” Hizirandina xwe de ez her ku diçûm digihiştim xala xwekuştinê. Ji bo sosyalîzmê jî ez li ser bingehekî bi vî rengî nêzî çareseriyê bûm. Em hîn jî li ser sosyalîzmê hem bi teorîk û hem jî bi pratîk gelekî berfireh disekinin. Ji bo azadiya zayendî jî asta min ev bû.
Ez ji bo vê yekê diyar dikim pêwendiyên min piralî bûn. Ji bo rastiya jinê jî pêwendiyên min ên ku dişibine vê hebûn. Ez ji rastiya jinê çavtirsî dibûm. Ji dinya jinan û ji valatiya vê dinyayê ez ditirsiyam. Ji neçarbûna jinê çavtirsî dibûm. Zimanê wê nebû ku yek du gotinan bike. Destên wê nebûn ku, destekî dirêj bike.Bi ketina zanebûna vê ez di temenekî biçûk de bandor bûm. Wekî din min di têkîliyên jinan de ketin didît. Bi jinekê re pêşxistina têkîliyekê dê berpirsyariyên giran bîne û min zû dît ku ev dikare mirov ber bi ku ve bibe. Ango min digot, li şûna ku ez têkîliyê bi pêş bixînim, qet bi pêş nexînim baştir e. Ez di vê mijarê de gelekî birêgez tevdigeriyam. Ev ne ji bo ku min ji jinê heznedikir, berovajî gelekî biçûk bûm jî ji bo hevaltiyeke baş bû.
Ev van ji bo ku min xwe di feraseta feodal de hepis nekiriye vedibêjim, diyar dikim. Di vê mijarê de ez dikarim bi rihetî diyar bikim ku di nava nêzîkbûneke alîgirê rêgezê wekhev de bûm. Pêwîste di hemû jiyanê de hevpariya bi jinê re pergala jiyana hevpar a bi jinê re were avakirin. Di temenekî biçûk de, di lêyîstokê de yan di hilberînê de yan jî di dibistanê de nêzîkbûnên min bi ser vî alî bûn. Bi qasî ez mezin bûm, min dît ku derfetên vê zêde nînin. Jin ji zû ve wenda bûye, hevaltiya wisa wekhev û azad zêde nayê pêşxistin. Weke din tiştên ku tên ferzkirin jî gelekî cuda ye. Jinekê diavêjine serûçavên ciwanekî, bi vê re jî şêwazekî têkîliyê ku dînbûnê wêdetir naçe derdikeve holê. Bûyera zewicandinê hişt ku ez bi vî rengî çavtirsandî bim. Bêguman tenê ez ji bo xwe, çavtirsandî nedibûm, hemû zewacên ku hatine kirin, min çavtirsandî dikirin. Ev zewac, ez digihandime hestekî ku min digot, hem jin û hem jî zilamên xwe ve em wenda dikin.