“Tirkiye gelekî tengav bûye, lewma destûra hevdîtinê dan”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser 'sedemên siyasî' yên daxuyaniya li ser şewata li Îmraliyê û got, "Gelekî tengav bûne, lewma neçar man destûra hevdîtinê bidin."

BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik roja Duşemê bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV û bûyerên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.

Di demekê de ku li Îmraliyê tecrîda mutleq heye, rayedarên dewleta Tirk bi awayekî necidî daxuyanî dan û gotin ku li Îmraliyê şewata daristanê derketiye di vê zivistanê de. Gelê Kurd û dostên wan li her qadên cîhanê nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku malbat biçin Îmraliyê, ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin. Piştî nerazîbûna gel dewlet neçar ma ku malbatê bibe Îmraliyê. Destpêkê hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Beriya ku ez bersiva pirsa we bidim, dayika Bediye Sevgat wefat kiriye. Ew dayika dayika me hemûyan e, dayika hevalekî me yê ku endamê Komîteya PKK’ê bû Mehmet Sevgat. Bi vê wesîleyê ez ji bo malbat û xizmên hevalê Mehmet Sevgat, ji ber wefata dayika Bediye Sevgat sersaxiyê dixwazim. Rast e, dewleta Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Ne cidî bû ew daxuyanî. Ev jî rastiya dewleta Tirk nîşan dide. Dewleta Tirkiyeyê hemû siyaseta xwe hem  ya hundir hem jî ya derve li ser gelê Kurd dimeşîne. Ji ber vê gelê Kurd ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Pirsgirêka Kurd û Kurdistan ji bo Tirkiyeyê dibe sedema siyaseta hem hundir hem jî derveyî Tirkiyeyê. Ji ber vê çawa di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navendî ye, di pirsgirêka Kurd de jî Rêber Apo wer navendî ye. Berê jî me gotibû, nêzîkatiya li Rêber Apo nezîkatiya li gelê Kurd e, nêzîkatiya li hêzên demokrasiyê, demokrasiyê ye. Ji ber ku Rêber Apo rêberê gelekî ye dibe ku îro ne tenê Rêberê gelê Kurd, gelek gel rêberê xwe dibîne û vê eşkere jî tîne zimên. Lewma nêzîkatiya li Rêber Apo bi temamî polîtîk e. Yanî hiqûqî nêzî Rêber Apo nabin. Dixwaze hevdîtin çêbibe yan jî çênebe bi temamî li ser siyaseta Tirkiyeyê ew çêdibe. Bi temamî ji bo wê polîtîk e. Der barê Îmrali, Rêber Apo çi gavê biavêjin, di bin wê de armancên polîtîk hene. Yanî eger li Îmraliyê şewat derxistin, sedema wê polîtîk hene. Ne wer tesadûfî ye. Her kes dizane ku ew Îmrali bi her alî ve di bin kontrolê de ye 24 saetan. Qadeke leşkerî ye, kes nikare nêzîkî wê bibe. Qedexe ye yanî. Li cihekî wer şewatek derkeve, hem jî zivistanê derkeve, mirov zane ku di bin wê de hin armancên polîtîk hene. Vaya Suleyman Soylû çima da diyarkirin? Gelo yanî xwestin ku Rêber Apo biceribînin, ya PKK’ê biceribînin, ya gelê Kurd biceribînin? Em nizanin. Lê belê hesabekî wan polîtîk heye, ji bo wê ew şewat kirin. Dîsa ew televîzyonê de diyar kirin. Wextê ku gotin li Îmraliyê şewat derketiye, gelê me li hemû cihan rabû ser piyan. Li Rêberê xwe xwedî derket, ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd her tişt e. Çi qezenç kiriye bi Rêber Apo qezenç kiriye. Yanî nêzîkatiya gelê Kurd ne weke însanekî dinê ye. Rêber Apo taybetmendiyeke xwe ji bo gelê Kurd ji bo însaniyetê heye. Lewma gelê Kurd dema ku agahî bihîst helwesta xwe nîşan da. Li Rêberê xwe xwedî derket û her kes hişyar kir. Bi vê wesîleyê ez gelê me pîroz dikim. Eger ku dewleta Tirkiyeyê çend mehan şûnde ku careke din hevdîtin bi Rêber Apo re da çêkirin, di vê de jî mumkun e hesabê xwe yê polîtîk hebin. Ji ber ku gel rabû ser piyan li her cihî, gotin em nikarin vê qebûl bikin. Em rojekê pêş de dixwazin li Rêberê xwe agahiyê werbigirin. Ji bo wê jî gotin, em ê her tiştî bidin ber çavan, lazime her kes vê zanibe. Dema ku gel ew helwesta xwe da diyarkirin, her wiha dewleta Tirk di demeke pir hesas de derbas dibe, pir tengav e, ji bo wê neçar ma ku malbat biçin Rêber Apo bibînin. Ew dîtina wer çêbû.

Em dixwazin naveroka hevdîtinê jî hinekî nîqaş bikin. Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan jê pirsî ku ‘Ez ê careke din bêm hevdîtinê?’, gotiye her tişt girêdayî têkoşînê ye. Tecrîd jî girêdayî têkoşînê ye. Ku hûn li ber xwe bidin, têbikoşin wê tecrîd jî rabe, çareserî jî pêk were. Ne wisa be wê tecrîd jî berdewam bike, xwîn jî biherike. Ev tê çi wateyê?

Eger li ser Rêber Apo tecrîd tê kirin, di vir de israr jî dikin, sedema wê pirsgirêka Kurd e û pirsgirêka demokrasiyê ye. Siyaseta tecrîdê siyaseta qirkirinê ye li ser gelê Kurd. Ji ber ku ew siyaset tê meşandin, li ser Rêber Apo ew tecrîd tê meşandin. Yê ku siyaseta qirkirinê bimeşîne, li ser hêzên demokrasiyê jî êrişan dike. Eger îro li Tirkiyeyê li ser hêzên demokrasiyê azadiyê, sosyalîst, li dijî faşîzmê êriş tê kirin, girtin çêdibe, êşkence çêdibe, ku nahêlin gel xwe îfade bike, hêzên demokrasiyê xwe îfade bike, sedema wê li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ji ber wê li ser gelê Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, azadiyê yên Tirkiyeyê ew tê meşandin. Di dema bihurî de jî di vê demê de jî baş hate diyarkirin ku eleqeya tecrîdê û demokrasiyê heye. Ev baş derkete holê, her kesî jî ew dît. Yanî ji ber ku li ser Rêber Apo tecrîd tê meşandin, li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin û li ser hêzên demokrasiyê ew êriş tê kirin. Ji ber wê jî li dijî tecrîdê sekinînin, rabûna li ber siyaseta qirkirinê, rabûna li ber siyaseta li dijî hêzên demokrasî û azadiyê ye. Eger tecrîd hate şikandin wê demê ew siyaseta dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, azadiyê li Tirkiyeyê tê guhertin. Heta ku tecrîd neşikê, ti carî ew siyaseta ku niha li dijî gelê Kurd li dijî hêzên demokrasiyê tevahiyê Tirkiyeyê tê meşandin wê dewam bike, ti carî wê dest ji wê siyasetê bernedin. Ji ber wê Rêber Apo çi got? Got, mesele ne ez im. Min ew mesele jî dernexistiye. Meseleya Kurd jî, meseleya demokrasiyê jî dewleta Tirkiyeyê derxistiye. Ew gelê Kurd, civaka Kurd qebûl nakin, dixwazin tine bikin. Ew li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, demokrasiyê naxwazin. Li dijî vê hêzê, li dijî demokrasiyê disekinin. Min xwest ku va pirsgirêkana çareser bikim. Van pirsgirêkana çêkirin dan pêş min, min jî xwest ez wan çareser bikim. Ji ber wê pirsgirêk ne ez im. Ev pirsgirêk lazime  çareser bibe, ku çareser bûn tecrîd jî ji xwe ji holê radibe. Tecrîda li ser min tê meşandin, ji ber ku ez xwedî li van pirsgirêkana derketim, min xwest çareser bikim, tecrîd li ser min ferz kirin, ez xistin zindana Îmraliyê, tabûtê Îmrali, sedem ew e. Yanî ji ber wê Rêber Apo ji birayê xwe re got, ji bo min nekin. Tişta ku hûn ji bo min bike nîne, ku hûn ê bikin ji bo xwe bikin. Bila gelê Kurd ji bo azadiya xwe têbikoşe. Bila hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têbikoşin. Eger ew têkoşîn hate meşandin, wê demê ji xwe tecrîd bêwate dibe, ji holê radibe. Ji bo wê got, hûn ê çi bikin ji bo xwe bikin. Hûn ji bo xwe zêde tiştekî nakin, hûn ji bo min dibêjin em ê tiştna bikin. Ev yek veşartina lawazî û netêkoşîna xwe ye. Got, ez vê qebûl nakim. Her kes zane Rêber Apo ti carî ji bo xwe jiyanek nejî. Ji bo xwe tiştek nexwest. Temamî jiyana xwe xist xizmeta gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, însaniyetê. Xist xizmeta temamiya azadî û demokrasiyê. Jiyana ku xizmetê ji azadî û demokrasiyê re nake, xizmetê ji gelan re nake ti carî weke jiyanê nedît, ew li xwe heram kir. Got, lazim e her kes jî jiyaneke ku xizmetê azadiyê demokrasiyê nake li xwe heram bike. Got, hûn di jiyaneke azad demokrasî de najîn. Bi taybetî ji bo Kurdan got, siyaseta qirkirinê li ser Kurdan tê meşandin, her roj kuştina Kurdan dikin. Ev ji bo Kurdan mirin e. Di vir de jiyan nîne, hûn nikarin vê mirinê qebûl bikin. Ji ber vê lazim e hûn li dijî vê bisekinin, têbikoşin. Dema hûn ji bo vê têkoşiyan, ku li Tirkiye jî hêzên demokrasiyê ji bo demokrasiyê têkoşiya, wê demê ew siyaseta di şexsê min de li ser we tê meşadin ji holê radibe. Wê demê azadî û demokrasî çêdibe. Sedema wê axaftinê ku birayê xwe re kir ew bû.

Dema Ocalan sekna xwe ya li Îmraliyê dinirxîne dibêje ‘Ez xwedî seknekê me ku ji 2019’an xurtir im’. Ev tê çi wateyê?

Tê zanîn di sala 2019’an de li dijî tecrîdê hem gelê Kurd, hem hêzên demokrasiyê azadiyê li Tirkiyeyê, hem dostên Kurd li derve, li hemû beşên Kurdistanê têkoşiyan. Têkoşîneke mezin bû. Wê gelek encam jî bi xwe re anî. Di encamê de neçar man ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe. Dema ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû, Rêber Apo bi 7 xalan bernameyeke demokrasiyê da diyarkirin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo dît ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li hundir û derve giran bûne. Dewleta Tirkiyeyê nikare van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber wê ew bi pêş xist. Yanî got, pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Demokrasî jî bi vî rengî pêk tê. Ew xalên ku da diyarkirin ji bo wê diyar kir. Rêber Apo her tim ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê bê çareserkirin têkoşîn meşand. Bi salan e vê têkoşînê dewam dike. Di Rêber Apo de çareserî esas e. Li derveyî çareseriyê tiştekî qebûl nake. Hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo însaniyetê. Eger pirsgirêk hene lazim e ew pirsgirêk bên çareserkirin. Bêçareserî nayê qebûlkirin, bêçareserî sedema afirandina çareseriyê ye. Felsefe, fikir û îdeolojiya Rêber Apo li ser vî esasî ye. Têkoşîna ku dimeşîne jî li ser vî esasî ye. Dibîne xetimandin heye, nikarin nûbûnan çêbikin, nikarin pirsgirêkan çareser bikin, ji ber wê ji bo her kesî rêya çareseriya pirsgirêkan destnîşan dike. Dema ku di sala 2019’an de hevdîtin çêbû jî ji ber wê ew 7 xal destnîşan kir. Niha di hevdîtina ku çêbûye de jî Rêber Apo dibêje, ez ji 2019’an bêhtir xurtir im. Wateya wê çi ye? Ji ber ku pirsgirêka li Tirkiye hem li hundir hem jî li derve li gorî 2019’an bêhtir kûrtir in, mezintir in. Li Tirkiyeyê xetimandinek heye, 2019’an pirsgirêka Tirkiyeyê li gorî îro hîn bêhtir kêm bûn. Îro zêdetir bûne, girantir bûne. Hem jî gihîştine asteke welê ku eger ev pirsgirêk çareser nebin ev ê dibe ku dawiya Tirkiyeyê bîne. Rêber Apo li pêş mirovahiyê bi berpirsyariyeke dîrokî tevdigere. Timî dixwaze vê berpirsyariyê pêk bîne. Ji ber wê dibêje îro ji ber ku pirsgirêk mezintir û girantir bûne min jî li gorî wê fikrê xwe, şêwazê xwe yê çareserkirinê jî mezintir kiriye. Ev jî felsefe, îdeolojiya Rêber Apo ye. Pirsgirêk çiqasî mezin dibe, ew dibe sedem ku wan çareser bike. Bi vê felsefeyê tevdigere, ji ber wê dibêje ez ji 2019’an xurtir im, ez dikarim pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikim.

Her ku Tirkiye dikeve tengaviyê ji aliyê fikrî û polîtîk ve, berê xwe dide Ocalan. Sedema vê, hêza Ocalan e?

Bêguman, hêza Rêber Apo baş zanin. Dibînin ku Rêber Apo timî fikrê xwe de kûrbûn û nûbûnê dike. Di çareserkirina pirsgirêkan de rêyan diafirîne. Vê dibînin, her ku tengav dibin mûhtacî Rêber Apo dibin. Diçin dibînin, ku bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo wê diçin.

Dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, niha jî Idlib şer tê gurkirin. Dewleta Tirkiyeyê êrişî artêşa Sûriyeyê jî kir. Her roj leşkerên wan dimirin. Rewşa Idlibê bi van ve girêdayî divê mirov çawa binirxîne?

Rêber Apo bi berpirsyarî tevgeriya, ji bo pirsgirêka Tirkiyeyê çareser bike, 7 xal diyar kir. Wan çi kir? Tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin, li Serêkaniyê û Girê Spî jî dagirkerî kirin li dijî Kurdan. Bi vî rengî bersiv dan. Ev jî rastiya AKP-MHP, dewleta Tirkiyeyê nîşan dide. Di rojeva wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Dixwazin Kurdan ji holê rabikin. Bersiva ku dan li ser wî esasî ye. Axaftinek heye, dibêje, rastiya mirovan pratîka mirovan e. Rastiya AKP-MHP jî pratîka wan e, tişta ku wan li dijî Kurdan kirin. Ew çiqasî bêjin, ’em ne li dijî Kurdan e, em birayên Kurdan in’ ew hemû axaftin e, derew e, xapandin e. Pratîka wan li ber çavan e ku dijminê tevahiya Kurdan e. Dixwazin bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rake. Niha pirsgirêka Idlibê ne tenê pirsgirêka Idlibê ye. Pirsgirêka tevahiya Sûriyeyê ye. Şerê ku li Idlibê tê kirin ji bo Sûriyeyê tê kirin. Lewma her kes li ser Idlibê disekine. Eger Tirkiye kete Sûriyeyê, kete Idlibê, ew bi hin biryarên Emerîka, Rûsya ketê. Ne bi serê xwe ketê, hêzeke xwe welê nîne ku bi serê xwe bikeve. Wan dewletan rê dan, heta alîkarî û teşwîq kirin, wer ketê. Tê zanîn li Astana li Soçî hin hevdîtin çêbûn. Di van hevdîtinan de hin biryar dan, ew biryarên rojane bûn. Di encamê de çi wê bihata rojevê? Derketina Tirkiyeyê. Vê her kesî zanî. Dema ku ji Tirkiyeyê re gotin, lazim e tu biryaran pêk bîne, tu derkeve, Tirkiye derneket. Ji ber ku derneket li ser Tirkiyeyê Sûriyeyê gavek avêt. Hem Emerîka, Ewropa ketin dewrê û zextek li ser Rûsya, Sûriyeyê kirin. Ji ber wê ew gav sekinî. Piştî ku demek derbas bû dîsa gav avêtin, dîsa wan hêzan zext kirin. Tirkiyeyê got ‘ez dernakevim’. Çima? Ji ber ku Emerîka, NATO alîkariya Tirkiyeyê kir. Bi wê alîkariyê Tirkiye derneket, Tirkiyeyê şer kir. Eger wan alîkarî nekiribûna Tirkiyeyê şer nedikir. Tirkiye xwest ku bi wê alîkariyê bimîne. Ji bo wê jî şer kir. Çima? Ji ber ku hinek hesabên Tirkiyeyê jî hene. Çawa hesabên van dewletan hene, ê Tirkiyeyê jî hene. Tirkiye dixwaze di çêkirina Sûriyeya nû de giraniyeke xwe hebe. Heta mumkun be li gorî Tirkiyeyê çêbibe, bibe wîlayeteke mîna Tirkiyeyê, weke Osmaniyan. Armanceke xwe ew e. Ji bo bigihêje armanca xwe lazim e çeteyan winda neke, li çeteyan lazime xwedî derkeve. Eger xwedî li çeteyan dernekeve wê demê li ser çeteyan nikare gefê li Ereban bixwe, nikare gefê li cîhanê bixwe. Ji ber ku Tirkiye bi çeteyan gefê li cîhanê, li Ereban dixwe. Ew îmkan wê ji dest biçe. Ji ber ku li ser wê gefê jî siyasetê dike. Hinek encaman werdigire, wê we winda bikin. Ji bo winda neke lazim e bimînin. Yek jî Tirk çi dibêjin? Dibêjin, eger em Idlibê winda bikin em ê Hatayê jî winda bikin. Esas nikarin bêjin em ê Efrînê winda bikin, em ê Kurdan winda bikin, dibêjin em ê Hatayê winda bikin. Eger ji Idlibê derkevin nikarin li cihên din dagir kiriye di destê xwe de bihêle. Wê wan deveran jî winda bikin. Wê çeteyan jî winda bikin. Wê demê desthilatdariya AKP-MHP nikare desthilatdariya xwe bimeşîne. Wê li Tirkiyeyê rewşeke din rû bide. Ji ber wê Tirkiye naxwaze vê rewşê bijî. Dixwaze bi alîkariya NATO, Emerîka li wê derê bimîne. Niha li wê derê agirbestek hate ragihandin. Li gorî min ew agirbest demkî ye. Hem pêwîstiyên Tirkiyeyê hebûn hem jî yên Rûsyayê hebûn. Ji ber ku Tirkiye kete bîreke ku nikaribe jê derkeve. Kete tehlûkeyeke mezin li Idlibê. Kes li dorberê li Tirkiyeyê nema. Yê ku digot em li pişt te ne, zêde alîkarî nekirin. Tirkiyeyê dît ku di tehlûkeyeke mezin de ye. Xwest bi vê agirbestê xwe ji wî halî derxîne, eger mumkun be. Bi alîkariya Emerîka, NATO. Ji ku Emerîka, NATO zextê li ser Rûsyayê dikin. Rûsyayê jî di bin wê zextê de nikarîbû wer şer dewam bike, alîkariya Sûriyeyê bike, li Sûriyeyê şer dewam bike. Ji ber wê berjewendiyên Rûsyayê jî agirbestek dixwest. Lewma agirbestek çêkirin, lê belê ev nayê wê maneyê ku siyaseta ku Tirkiye dimeşîne ji tehlûkeyê derket. Ew siyaset bi xwe tehlûke ye, tehlûkeyê diafirîne. Timî Tirkiyeyê dixe nava tehlûkeyên mezintir. Eger xwe ji vê siyasetê dernexîne ev ê dawî li Tirkiyeyê bîne. Ji xwe Tirkiye bi vê siyasetê gihîştiye qonaxeke dawî. Vê dijî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li ser vê siyasetê dibêje, ‘Geh nêzî Rûsyayê dibe, geh nêzî Emerîka dibe. Wisa nikare encamê bi dest bixe’. Heta doh li Girê Spî û Serêkaniyê hevkarî bi Rûsyayê dikir, li Efrînê jî. Lê ji nişka ve bû mijara dagirkeriyê. Mirov van tespîtên Ocalan dikarin çawa şîrove bikin?

Rêber Apo li ser gelek mijaran dîtinên xwe anî ziman. Ev îro pêk tên, her kes vê dibîne û dibêje, ne tenê em dibêjin. Rêber Apo ji ber ku bi berpirsyarî dijî, dibîne ku rewşa Tirkiyeyê ber bi xirabiyê ve diçe, di vir de dixwaze rayedarên Tirkiyeyê, gelê Tirkiyeyê hişyar bike. Ku vê siyaseta AKP-MHP dimeşîne xizmetê ji gelê Tirkiyeyê û herêmê re nake. Bi vê siyasetê Tirkiye her ku diçe ber bi xerabûnê ve diçe. Naxwaze Tirkiye xera bibe, dixwaze Tirkiyeyê ji xerabiyê derxîne. Ji ber wê hişyar dike. Dibêje, hûn di navbera Rûsya û Emerîka de tên diçin. Hûn carekê diçin ber lingê wan, cara din diçin ber lingê yê din. Ev dewletên navborî jî vê ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin. Ji ber ku ew dewlet li dinyayê siyaseta hegemonya dimeşînin. Rêber Apo dibêje vê nekin, dawiya vê siyasetê xerabûna Tirkiyeyê ye. Ku hûn ê siyasetê bikin neçin ber lingê Rûsya, Emerîka, gel esas werbigirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka gelan heye, pirsgirêka gelê Kurd heye, pirsgirêka demokrasiyê heye. Van çareser bikin, gelê xwe re, gelên ku li Tirkiyeyê ne, bi ol û çandên jiyan dikin re eleqeya xwe li ser demokrasiyê bikin. Wê demê hûn mûhtacî Rûsya, Emerîkayê nabin. Wê demê Tirkiye xera nabe. Vê dibêje. Lê belê li Tirkiyeyê mantiqek heye, ew ketiye laşê wan, damarê wan. Zû bi zû dernakeve. Çi ye ew? Hîn ji dema Osmanî heta niha li ser nakokiyên dewletan xwe dimeşînin. Di dawiya Osmanî de ev siyaset çi kir? Osmanî belav kir. Bi temamî ji holê rakir. Dema ku komar ava bû jî dîsa li ser wê siyasetê siyaset kirin. Yanî di navbera dewletan de nakokî hene, ji wan nakokiyan dixwazin hin encaman werbigirin, li ser wan nakokiyan siyasetê dimeşîne. Dema ku komar ava kirin jî bi wî rengî kirin. Lê belê wê siyasetê çawa ku dawî li Osmanî anî, niha ew siyaset dawî li Tirkiyeyê jî tîne. Dibe ku demekê ew meşand, hinekî encamên rojane wergirt, lê belê îro ew li dijî wan zîvirî ye. Mirov li Idlibê vê dibînin. Eger bêhtir israr bikin ev ê dawî li wan bîne. Ji ber wê îro di encama wê siyasetê de AKP-MHP, dewleta Tirkiyeyê ketiye zehmetiyeke pir mezin. Wê çawa xwe jê derxînin? Bi xwe jî nizanin. Rêber Apo rê nîşanî wan dide, dibêje hûn bi vî rengî dikarin derkevin. Ji ber ku di mantiqê wan de civaka Kurd qebûl nakin û tinekirina Kurd esas werdigirin, ji xwe li ser vê siyasetê kete vî halî. Ji ber wê tiştên ku Rêber Apo jî ji bo çareseriyê nîşan dike, esas wernagirin. Çima, ji ber ku Rêber Apo rêberê gelê Kurd e. Yê ku gelê Kurd qebûl neke, rêberê wî jî qebûl nake. Ji bo qebûl neke wê tecrîdê, wê siyaseta qirkirinê dimeşînin, dijminatiyê li hêzên demokrasiyê dike, di vê de israr dikin. Her ku tê de israr dike jî wan dibe ber bi mirinê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji bo Rojava jî nirxandin kiriye. Gotiye, stratejiya we rast e, ev yekparebûna Sûriyeyê jî diparêze. Lê divê hûn bandora xwe berfirehtir bike. Divê ev çawa bê fêhmkirin?

Niha Rêber Apo siyaseta ku li Rojava li Bakurê Sûriyeyê tê meşandin bi tevahî rast dibîne. Lê belê ev nayê wê maneyê ku ji her alî ve temamî ew siyaseta ku Rêber Apo dixwaze pêk tê. Di wê de hin kêmasî, şaşitî jî hene. Lê belê bi tevahî siyaseta ku Rêber Apo dixwaze li Sûriyeyê bê meşandin, tê meşandin. Lewma wê rast dibîne. Ev nayê wê maneyê ku kêmasî, şaşitiyên ku li wir hene rast dibîne. Wan rexne jî dike. Dibêje, lazim ew zûtirîn bên rakirin. Niha xweseriya demokratîk, rêveberiya wê li Bakurê Sûriyeyê çi dimeşîne? Neteweya demokratîk. Vê ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê dimeşîne, dixwaze ji bo tevahiya Sûriyeyê vê bimeşîne. Ji ber ku pirsgirêka Sûriyeyê bi neteweya demokratîk tê çareserkirin. Û li tevahiya Sûriyeyê sîstemeke demokratîk pêşxistin, demokrasî pêşxistin, pirsgirêk tên çareserkirin. Ew jî bi neteweya demokratîk dibe. Neteweya demokratîk de hemû biratiya gelan esas tê wergirtin. Jiyana bi hev re, parvekirina bi hev re esas tê wergirtin. Di wê de nîjadperestî nîne, olperestî nîne. Ji bo hemû gelan mafê wan xwezayî hene. Wan mafan qebûl dike, esas werdigire. Yanî ji bo Kurdan çi dixwaze ji bo Ereban jî ji bo Suryanan jî ji bo Ermenan jî ji bo Tirkmenan jî, ji bo her kesî wê esas werdigire. Ne girêdayî hejmarê ye. Demokrasiya ku pêk tîne li ser mafan dike, ne li ser hejmaran. A rast jî pêkanîna demokrasiyê li ser mafan e. Ji ber wê Rêber Apo rast dibîne. Niha li tevahiya Sûriyeyê yê ku pirsgirêka çareser bike neteweya demokratîk e. Di nava neteweya demokratîk de hemû gel rêxistinkirin esas e. Gel bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi azadiya xwe birêxistin dikin û xwe îfade dikin. Çawa ji bo xwe mesûliyetê dijîn ji bo gelên din jî di wê astê de bi mesûliyetê tevdigere, pêk tîne. Ji xwe ev biratî, yekîtiyê çêdike. Parvebûnê, wekheviyê çêdike. Ji ber wê gelek hêzan dixwestin ku vê xera bikin. Hinekan bi meseleya olî, hinekan bi meseleya nîjadperestî, hinekan bi dagirkeriyê bi gelek rêbazan xwestin ku vê xera bikin, ji holê rabikin. Lê belê gelê ku neteweya demokratîk de dijîn ew metirsiya ku li ser wan tê pêşxistin fêhmkirin. Ji ber ku ti carî di jiyana xwe de weke ku di neteweya demokratîk de dijîn nejîn. Ew fêhmkirin e, çiqas kêmasiyên wê hebin jî ew fêhm kirine. Ew sîstem sîstema baş e ji bo wan. Yê ku dixwazin wê sîstemê xera bikin dixwazin wan careke din weke berê bikin kole. Nasnameya wan, kesayetiya wan, civakbûna wan, zimanê wan hemû tiştî ji destê wan werbigirin. Lewma li dijî wê disekinin. Bi taybetî jî dema ku rê dan Tirkiyeyê ku Serêkaniyê, Girê Spî dagir bike, digotin xweseriya demokratîk wê hilweşe. Ew saziyên ku li wir çêbûn, hêzên ku li wir çêbûn hemû wê tasfiye bibin, li benda wê bûn. Hîn bêhtir li ser hesabê Ereban ew hesad dikirin. Digotin, Ereb wê li dijî Kurdan bisekinin. Ji bo dijminatiyê di navbera Kurd û Ereban de derxînin kar dikirin. Lê belê gelê Ereb li dijî karê wan sekinî. Li xweseriya demokratîk, li neteweya demokratîk xwedî derket. Li biratiya xwe ya bi Kurdan û gelên din xwedî derket. Bi vê munasebetê ez gelê me yê Ereb bi taybetî pîroz dikim. Ew mewkufê ku wan kir, mewkufekî xizmetê ji însaniyetê re dike. Mewkufekî mezin e, rast e. Niha li Rojhilata Navîn neteweya demokratîk pêşxistin, afirandina sîstema demokratîk ne welê rehet e, pir zehmet e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn dogmatîzm pir xurt e. Girtîbûn pir xurt e û nîjadperestî, meseleyê olî mezhebî xurt e. Ji ber wê neteweya demokratîk pêşxistin ne hêsan e. Ew tenê ku te gel esas wergirt, ku te hêza gelan xurt kir, îrade û yekîtiya wan xurt kir tu dikare wê pêk bîne. Ew jî çi dixwaze? Hemû gel rêxistinkirinê dixwaze û hemû gel parastinê cewherî pêşxistinê dixwaze. Eger te parastina cewherî pêşxist, li ser wî esasî te gel bi rêxistin kir, tu civakeke rêxistinî diafirîne, civaka rêxistinî dikare hemû pirsgirêkan çareser bike, dikare li pêş hemû tehlûkeyan bisekine. Ew jî çi dixwaze? Aboriyeke şer pêşxistinê dixwaze li gel parastina cewherî. Ji ber ku şerê cîhanê yê seyemîn diqewime. Gelek hêz di nava wî şerî de ne, daîm wê şer biqewime. Ji bo wê jî hem parastina cewherî hem aboriya şer pêşxistin, li ser wî esasî afiradina civaka rêxistinî esas e.

Tevgera Azadiyê bi salan e polîtîkaya penaberiyê ya dewleta Tirk dema ku şîrove dike, dibêje ev ji bo tehdît û şantajê ye. Herî dawî piştî şerê Idlibê me ev dît ku jiyanê ev piştrast kir. Bi otobusan penaber girtin anîn deriyê sînor de berdan û dan kuştin. Helwesta Ewropa ya tawîzkar heta van çend salan hebû. Bi dewleta Tirk re bazar dikirin, bandora xwe di vê polîtîkayê de hebû. Lê encam negirt. Rewşeke çawa wê derkeve holê? Hûn vê rewşa heyî çawa dinirxînin? Dikarin encamê ji vê werbigirin?

Li dinyayê pirsgirêkek penaberan heye. Ev pirsgirêk jî ji aliyê sîstema kapîtalîst modernîteyê ve hatiye afirandin. Her roj jî vê pirsgirêkê mezin dike. Çima? Ji ber ku kapîtalîst modernîte, sermayeya xwe dişîne hinek welatan. Li wan welatan madiyatê pêş dixe. Bi reklaman jî vê daîm xurt dike. Dema ku diçe wan welatan civaka wan welatan, aboriya wan welatana hemûyan xera dike. Ji ber wê li wan welatan xizanî rû dide. Di nava gelê wan welatan de ji aliyê aborî ve zehmetiyên mezin rû didin. Ji ber ku kapîtalîst modernîte civakê xera dike, aboriya wê xera dike, gel xizan dike, wan welatan xizan dike, ji aliyekî ve jî feraseta madî yê xerckirinê pêş dixe û daîm bi reklaman vê xurt dike. Wê demê mirovên li wan welatan nikarin pirsgirêkên xwe yên aboriyê çareser bikin, berê xwe didin derve. Didin ku derê? Madiyat li Ewropayê ye, xerckirin li Ewropayê ye. Ji ber wê Ewropayê ji bo xwe esas werdigirin. Lewma berê xwe didin Ewropayê. Yanî yê ku vê pirsgirêkê çêdike sîstema kapîtalîst modernîte ye. Ji ber wê li dijî vê sekninîn, têkoşîn esas e. Eger em dixwazin pêşî li pirsgirêka penaberiyê bigirin, wê demê divê em li dijî kapîtalîst modernîteyê têbikoşin. Ji ber ku ew vê pirsgirêkê çêdike, yê ku vê pirsgirêkê çêbike pirsgirêkan çareser nake. Yên ku berê xwe didin Ewropayê, li dû çareseriyê digerin, li dû çareseriyeke xeyalî digerin. Çûyîna Ewropayê ti carî pirsgirêkên wan çareser nake. Meseleya Tirkiyeyê di penaberan de cuda ye. Ne weke yê kapîtalîst modernîte ye. Tirkiye bi milyonan însan li Sûriyeyê bi rêxistin kir, anî Tirkiyeyê. Tirkiye ew anî, ne ku ew mirov hatin. Dibe ku hejmareke biçûk hat. Lê belê bi milyonan Tirkiyeyê ew rêxistin kir û kişand Tirkiyeyê. Çima? Ji bo karibe karibe li ser çeteyan desthilata xwe çêbike, ji bo karibe çeteyan mecbûrî xwe bike û çeteyan li gorî armancên xwe bi kar bîne. Eger wî gelî nekişîne wê derê nexe kampan, kontrolê çêneke nikare li ser çeteyan jî kontrolê çêbike. Wê demê nikare çeteyan ji bo armancên xwe jî bi kar bîne. Yek jî; li wan mirovana ji aliyê madî feydeyeke pir mezin dît. Eger li Tirkiyeyê pirsgirêka aborî zêde rû neda, sedema bingehîn ew gelê ku ji Sûriyeyê anîne. Ji ber ku bi milyonan mirov in, wan him erzan bi kar tîne, hem jî hinekan bêpere jî didin karkirin. Li wê derê gelek qezencên mezin bi dest xistin. Her wiha bi vê xwestin ku li ser Sûriyeyê siyaseta xwe bimeşîne, ku Sûriyeya nû li gorî xwe çêbikin. Eger çete di dest de ma, gel bi milyonan di dest de man, li ser wê esasê dikarin Sûriyeyê li gorî xwe çêbikin. Li gorî AKP-MHP jî wê li Sûriyeyê zû encam wergirtibûna. Bi vê hesabî ev hemû kirin. Wê li dijî Kurdan jî vê bi kar bînin, wê nehêlin ku Kurd jî li Sûriyeyê bigihêjin mafê xwe, ku statuyek ji bo wan çênebe. Lê belê meseleya Sûriyeyê li gorî wan nebû. Dirêj dewam kir. Digotin, ’em ê biçin mizgefta Emewî nimêj bikin’, lê belê bi salan kişand. Ji ber wê siyaseta wan zêde encam wernegirt. Dema ku wernegirt vê carê ew koçberên ku penaberên bi vê armancê anîn li dijî Ewropayê bi kar anî. Kirin şantaj. Gotin, pirsgirêka penaberan heye, eger hûn alîkariya min nekin li Sûriyeyê, hûn alîkariya siyaseta min a li Sûriyeyê nekin, ku di wê siyasetê de esas Kurd e, dijminatiya li Kurdan, qirkirina Kurdan heye, eger hûn alîkariya min nekin, tiştên ku ez dikim hûn li dijî wê bisekinin, wê demê ez ê penaberan berdim, wê bên Ewropayê. Di nava wan de jî DAÎŞ hene. Ewropa ditirse ku ew biçin. Ji ber wê got, bila neyên em ê pere bidin te. Yanî Ewropayê berjewendiya xwe esas wergirt, ne di meseleya Ewropayê de penaber heye. Gotin, bila penaber neyê em pere bidin te tu çi dike bike. Ew siyaset meşandin. Erdogan ji vê siyasetê jî hinek encam wergirt. Eger li dijî Kurdan di siyaseta qirkirinê de gelek gav avêtin ew netîceya wê ye. Di vir de Ewropa jî şirîkê vê siyasetê ye. Lazime gelê me bi vê zanibe. Erdogan siyasetê li ser şantajê, tehdîtê dimeşîne. Yanî ew penaber dike şantaj. Çawa DAÎŞ kiriye şantaj li dijî dinyayê, li dijî Ereban li dijî Ewropayê, penaber jî li dijî Ewropayê kiriye şantaj. Xeracê ji Ewropayê werdigire. Ti carî ew pereyê ku Ewropayê da neda penaberan. Qurişek jî neda penaberan. Heta keda wan xwariye, bi milyaran qezenç kiriye. Tiştek neda penaberan, ev jî rastiyeke. Niha jî li Idlibê pir tengav bûye, kete bîreke kûr, nikare ji nav derkeve, çareserî di ku derê de dît? Dîsa di şantajê penaberan de. Ewropa tehdît kir. Got eger hûn alîkariya min nekin ez ê deriyan vekim. Him jî karmendên Tirkiyeyê, polîsên wan, îstîxbarata wan li wesayitan siwar dikin û dibin ser sînor. Rê dide pêş wan, qaçaxçitiyan didin pêş wan, zilamê xwe didin pêş wan, dibêjin di van rêyan de derbas bibin. Bi vê dixwazin Ewropayê tengav bike. Hem ji Ewropayê pereyan werbigire hem jî ku Ewropa li piş siyaseta Tirkiyeyê bisekine ku karibe siyaseta xwe bimeşîne û li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber ku eger di vê xetimandinê de di vê pirsgirêkê zor û zehmet de xwe dernexistin, zehmet e li ser desthilatdariyê bisekine. Ji ber ku gihîştine dawiyê, eger alîkariyê wernegirin mumkune bikeve, mumkune herkes hesab ji wan bipirse. Ji ber ku her roj leşkerên Tirk tên kuştin, civaka Tirkiyeyê vê dijî. Ev ê heta ku derê dewam bike, heta dawî berdewam nake. AKP-MHP vê dibîne û ji bo wê rojekê pêş de dixwaze xwe ji vî alî ve derxîne û çareseriyê jî di şantajê penaberan de dibîne.

Nivîsa Pêş