QAMİŞLO – Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Hesen Xeraba (Egîd) ê ku 5‘ê Adarê di encama teqîna mayîna çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Dêrbêsiyê şehîd bibû li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.
Cenazeyê şehîd Egîd li goristanê bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate pêşwazîkirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre dayika şehîd Feysel Cerbû, Fatima Casim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Fatima got: “Şehîd stêrkên ku asîmanê azadiyê ronî dikin in, ji ber ku xwîna xwe ya pak di oxirina rizgarkirina welatê xwe û azadiya gelê xwe de feda kirin.”
Fatima anî ziman ku ew şopdarên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, projeya netewa demokratîk û jiyana hevbeş pêk tînin û wiha domand: ” Xwîna xort û keçên me yên şehîd ên ji hemû pêkhateyan di ber xaka vî welatî de tev li hev bû, pê re projeya netewa demokratîk pêk hat ku mûzayîkeke bedew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kir.”
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD‘ê Mihemed Îbrahîm (Heneş) ragihand ku 6‘ê Sibata 2018‘an di şerê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bû.
Cenazeyê şehîd Egîd di anva dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.