NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser zimanê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam ev agahî parve kir: “Serkeftina çalakiya girtina ser baregehên girêdayî DAIŞ‘ê bi saya agahiyên piştrast ên istîxbaratî ku gihiştin ber destê me hat. Di çalakiyê de alavên nû yên peywendiyên û rêjeyek çekên sivik û navîn ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.
Ebû Leys destnîşan kir ku şane li bajarokê Bisêra û gundewarê wê çalak bû û berpirsê çandina teqemeniyan ji bo hedefkirina hêzên me û talankirina milkên xelkê di bin gefê de ye”