MÊRSÎN – 11 girtî 28’ê Sibatê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tarsûsê mişextî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Aksarayê kirin. Hate gotin dema ku girtî birin hem bi rê de êşkence li wan hatiye kirin û hem jî li girtîgeha ku ew birinê êşkence li wan hatiye kirin, heestiyên wan hatine şikandin.
‘HESTIYÊN WAN HATINE ŞIKANDIN’
Bişar Bîlen ku êşkence lê hatî kirin 6’ê Adarê dema bi birayê xwe Alî Bîlen re li girtîgehê hevdîtin kirî behsa êşkenceyê kir. Alî Bîlen got dema ku birayê wî sewk kirin li wan dane, dijûn li wan kirin û êşkence li wan kirin. Êşkenceya li Girtîgeha Aksarayê jî wiha vegot: ”Roja pêşî qerdiyanan ji wan xwestiye dema ku girtiyan dihijmêrin rabin ser piyan. Ji bo ku girtiyan ev qebûl nekirine li wan dane. Piştî êşkenceyê hem hestiyên birayê min û hem jî yên girtiyên din şikandine. Dest û milê birayê min şikandine. Ew nebirine revîrê jî. Hemû kirine hicreyê. Nahêlin ku bi hevalên xwe re bidin û bistînin. Ji hevalên xwe ti agahiyê nastîne.”