NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj û Yekîneyên Tolhildanên yên Şehîd Alîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara îro bi daxuyaniyekê nivîskî çalakiyên xwe yên rojên dawîn eşkere kirin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj got ku “Endamên me di 8’ê Adarê de li Gokturka navçeya Eyup Sultan a Stenbolê li dijî jîpeke luks a karsazekî AKP’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta endamê AKP’yî îmha bûye û bûye xwelî.”
FIROŞKARÊN TIRYAKÊ BÛN HEDEF
Yekîneyên Tolhildanên yên Şehîd Alîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara jî gotin ku “Di 5’ê Adarê de li Taxa Lalebey a Sûra Amedê maleke kesên ku gelê me aciz dikir, tiryak difirotin û fihûş dikirin jî bi bombeyên destan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di endama çalakiyê de ew mal hatiye asta ku neyê bikaranîn.
Di 6’ê Adarê de yekîneyên me li dijî kesê bi navê Alî yê ku tiryak difiroşe, li Kolana 207’an a Şehîtlîka Yenîşehîra Amedê bi bombeyên destan çalakiyek li dar xistiye.
Li mala vî kesî ya li pişt Navenda Tendirustiyê ya li Taxa Benûsenê jî li dijî firoşkarên tiryakê çalakiyek hatiye lidarxistin.
Yekîneyên me bi selametî xwe vekişandine.”