AMED – Partî û pêkhateyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, diyar kirin ku Cejna Newrozê ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.
Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Azadî, DDKD, PÎA, KKP, KDP-Bakur derbarê Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de li avahiya KCD’ê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku Cejna Newrozê ya ku bi girseyî dihate pîrozkirin, ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.