Qamişlo – Bi dirûşmeya “Yekrêziya Ciwanên Kurd Bingeha Yekîtiya Kurdî ye” li bajarê Qamişlo ji aliyê Meclisa Ciwanên Kurd Komxebatek li darxist.
Komxebat bi tevlîbûna bi 150 delegeyên ciwan ên ji 15 rêxistinên cûr bi cûr li hola Zanîngeha Rojava yê li bajarê hate li darxistin.
Destpêkê Komxebat bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpê kir. pişt re ji aliyê endama Komîta Rêveber a KNK’ê Abîr Hassaf ve axaftinek hat kirin. Di axaftina xwe de ev gava mezin a ciwanan ber bi Yekbûna rêzên Kurdî pîroz kir.
Her wiha wê di komxebat de mijarên ji bo Yekbûna rêzên Kurdî. Pirsgerêkên ku li ber yekbûnê dibin asteng û rola ciwanan ya girîng di nav însiyatîfa yekbûnê de hatin nîqaşkirin.
Di komxebatê de li ser van 3 xalan hatin nîqaşkirin, girîngiya yekrêziya Kurdî, Astengiyên wê û çareserî hatin nîqaşkirin.
Beşdaran bal hate kişandin ser krîza li Rojhilata Navîn, hate gotin ku li Rojhilata Navîn krîzeke rasteqîn heye, encamên wê krîzê siyasetên pergalên hakim in ku çareseriyê ji vê pirsgirêkê re naxwazin, di nav de pirsgirêka Kurdî ye. Ciwanên diyar kirin ku divî ev krîz baş werin lêkolînkirin da ku çareseriyên guncaw jê re werin dîtin.
Der barê astengiyên ku nahêlin yekrêziya Kurdî pêk were ciwanan diyar kir ku hin kesayet û partiyên Kurd berjewendiyên kesayetî li ser berjewendiyên giştî yên gelê Kurd digirin. Her wiha hate gotin ku divê ciwanên Kurd bibin yek û li hemberî van kesayet û partiyan bisekinin, ji planên derve re hişyar bin û ji bo avakirina yekîtiya Kurdî bixebitin.
Tê payîn ku komxebat dê bi encamnameyê bi dawî bibe.