BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 12’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî da:
‘12’Ê ADARÊ ROJA QETLÎAMAN’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser qetlîamên li Kurdistan û Tirkiyeyê û got: “12’ê Adarê di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de rojeke ku zext, zilm û qetlîamê lê hatiye kirine. 12’ê Adarê 1971’ê darbeya faşîst pêk hat, gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê xistibûn di bin zilm û zextekî pir giran de. Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya di serî de bi dehan şoreşgerên ciwan hatibûn qetlkirin; Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, û Yûsif Aslan jî 12’ê Adarê ji aliyê contaya leşkerî ya 12’ê Adarê ve hatin darvekirin. 12’ê Adara 2004’an jî dewleta Sûriyeyê ve li Qamişlo bi dehan ciwanên Kurd qetil kirin. Her wiha di serhildanên li dijî vê hatin kirin de jî bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 12’ê Adara 1995’an li Taxên Gezî, Umraniyê û 1’ê Gulanê êrîşî şoreşger û Elewiyan hatibû kirin û bi dehan mirovên me hatibûn qetilkirin. Her wiha 16’ê Adarê 1978’an li Stenbolê faşîsta 7 ciwanên şoreşger bi êrîşeke bombeyî qetil kiribûn. 16’ê Adara 1988’an jî di dîroka Kurdistanê de komkujiya Helebçe a yek ji qetelîamên herî mezin a li Kurdistanê pêk hatiye. Di vê komkujiya ku ji aliyê rejîma Baas Seddam ve hate kirin, jin, zarok, kal jî di nav de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin. Hemû şoreşger û gelê me yên mezlûm ku di van êrîş û qetlîaman de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê hesretên wan ên Tirkiyeke demokratîk, Kurdistaneke azad û Demokratîkbûna Rojhilata Navîn tacîdar bikin.
‘QALA YEKÎTIYA KURD-TIRK KIRIN, HATIN DARVEKIRIN’
KCK’ê diyar kir ku contaya leşkerî ya 12’ê Adarê êrîşeke li dijî hesret û daxwaza azadî û demokrasiyê di serî de ya ciwan û gelê me ye û got: “Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ji ber ku qala dostanî û yekîtiya gelê Kurd û Tirk kirin û li dijî dewleta Tirk bi vekirî têkoşîn kirin, hatin darvekirin. Dijminahiyta dewleta Tirk a li dijî ciwanên şoreşger di serî de naskirina hebûna Kurdan û daxwazên wan ên azadiyê bû.”
QETLÎAMA GEZÎ
KCK’ê bal kişand ser qetlîaman û wiha pêde çû: “Qetlîama Gezî ya 12’ê Adarê ji bo pêşiya hêzên demokratîk ên şoreşger ên li Tirkiyeyê, dîsa pêşiya Elewî û têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire hate kirin. Qetlîama Sêwas a 2’yê Tîrmeha 1993’ê bi kîjan armancê hatibe kirin a 12’ê Adarê Qetlîama Gezî bi heman armancê hate kirin. Yên 12’ê Adarê qetlîama Geziyê kirin, bi vekirî dijminahiya wan a li dijî yên ku yên têkoşîna demokrasî û şoreşgerî ya ku li gel têkoşîna azadiya gelê Kurd têkoşîn dikir nîşan da. Mîna ku çawa îro li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd êrîşên qirker û mêtinger tên kirin, li dijî şoreşger û demokratên ku li dijî desthilata faşîst xwedî helwest in tên cezakirin, pêkanîna qetlîama Gezî ya 12’ê Adarê jî yek jî sedemê wê yê girîng jî ev e. Dema ku rastiya siyasî ya wê demê li ber çav bê girtin, wê ev rastî hê zêdetir bixuyê.
QETLÎAMA QAMIŞLO
Dewleta rejîma Sûriyeyê 12’ê Adara 2004’ê li lîstika futbolê li dijî Kurdan qetlîamek pêk anî. Li hemberî qetilkirina bi dehan ciwanên Kurd li her derên Rojavayê Kurdistanê serhildan rabûn serhildanê. Di encama van serhildanan de bi dehan ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Li dijî van êrîşan gelê Kurd li gelek cihan saziyên dewletê şewitandin û hilweşandin, karekterê xwe yê şoreşgerî nîşan dan. Derbasbûna Şoreşa Rojava ya Kobanê û dîsa dîsa li dijî êrîşên dewletê ya sala 2004’an rabûna gelê Kobanê ya serhildanê bandora wê mezin bûye. Ji ber vê di serî de şehîd û berxwedêrên Rojavayê Kurdistanê bi minet û rêzdarî bibîr tînin.
FAŞÎSTAN BI DESTEKA DEWLETÊ GELEK QETLÎAM KIRIN
Dîsa 16’ê Adara 1978’an li pêşiya Zanîngeha Stenbolê êrîşî ciwanan kirin û 7 ciwan hatibûn qetilkirin. Ev êrîş raste rast bi desteka hêzên faşîst ê ji aliyê MHP’ê ve hatibûn rêxistinkirin pêk hatibû. Bi destê van faşîstên ku yek ji lingê Tirkiyeyê yên gladyo ku girêdayî NATO’yê ne bi desteka dewletê gelek qetlîam kirin. Ciwanên ku di 16’ê Adara 1978’an de şehîd bûbûn cihê xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê û Kurdistanê de kirin. Wê hesreta wan a Tirkiyeyek demokratîk, Kurdistaneke azad a xwe dispêre biratiya gelan bi teqez pêk bê.
QETLÎAMA HELEBÇE
Mînaka herî ber biçav a bi hêsanî ku Kurd bên qetilkirin û qirkirin Qetlîama Helebçe ye. Qetlîamake wiha li ser geleke din kirin ne ewqasî hesan e. Rejîma Saddam Huseyîn û rejîma wê ya Baasê pişta xwe da hêzên wê demê û ev qetlîam kir. Yên ku wê demê bi qasî pêwîst ev qetlîam nekirin rojev, weke şerê Iraq û Îranê bi dawî bû û dîsa dema ku Saddam ji bo wan bû pirsgirêk ji nû ve ev qetlîam kirin rojev. Carekî din soz didin em ê şehîdên Qetlîama Helebçeyê di têkoşîna azadî û hebûna Kurdan de bi din jiyîn.
Hêzên mêtinger, qirker û hevkarên wan her çiqas ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê qetlîaman bikin bila bikin, wê tim yên di qetlîaman de şehîd bûne, wê di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de bijîn, wê gora van hêzan bên kolandin.”