Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Hûn dizanin di Sumeran de perstgehên jin hebûn. Ev perestgeh war ên ku jinê avakirî û pîrozbûn. Ev destkeftiyeke wan a pir girîng bû. Jinan di van perestgehan de perwerdeyên xwe
dimeşand in. Her cure perwerde didîtan, hûner û bedewiyên xwe jî raber dikirin. Heta zilam jî dihatin ew temaşe dikirin. Piştî vê zilaman ev der kirin kerxane. Piştî wê dîrokê jin weke xwedawend diketin van perestgehan lê weke fehîşeyan derdiketin. Tevahî berhemê jinê ji destên wê hatin girtin. Musa tiştek neda jinê. Hûn di Îsa de jî rewşa dayîka Meryem dizanin. Di HZ. Mihemed de rewşa Eyşe li holêye. Piştî ku HZ. Eyşe desthilatdariya zilam fêm dike dibêje ‘xweziya ku ez li şûna jin weke kevirekî ji dayîkbûma.’ Kapîtalîzîm jî tiştekî nû ne daye jinê. Hîn zêdetir jin bi her awayî dorpêç kiriye. Fatmagul Berktay hinekê ev fêm kiriye. Dikare di pirtuka zayandiya dîrokî de bê xwendin.
Pirsgirêka jin encama çanda destavêtinê ya benc hezar salî ye. Ez hîna jî dema ku vê mijarê li vir lê dikolim û dixwînim şaş û mehtel dimînim. Jinan hîna jî ev pirsgirêk fêm nekirine û çareser nebûne. Divê jin pirsgirêka xwe fêm bike û çareser bike. Hûnê di haya cinsê xwe de bin. Hûnê xwe binasin. Ez dibêjim jina azad, lê weke azadiya cînsel berovajî dikin. Her tiştî di naveroka cînseltî de dest digirin. Li Ewrûpa bedena jinê pir balkeş derdixin pêş û tehrîk dikin. Jinê dikin meta. Awirên we cuda ne. Ji porê xwe bigrin heya neynokên xwe hûn nizanin hûnê çawa xwe bixemilînîn. Lewma min ji bo Akademiya Jin a li Amedê daxwiyanî dan. Gihandina zarokên keç girîng e. Heta dibe ku malbat zarokên keç bigihîne. Hûnê van bigihînin. Ev e tê zanîn di malbatan de têkiliyê mîna ensest encamên pêxirtengî ava dike. Divê beramberî van tevan tedbîr bêne girtin. Jinek dizewice piştî du mehan xeml û şemala wê tê guhertin û jin paşê bi maqyejan xwe rêk û pêk dike. Divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Ger min wisa nekiribûya ev deh sale ez evqas bi derûnî hêz nedibûm. Ji ber ku li vir kevir jî nikare li berxwe bide. Şêweya destgirtina min a jinê felsefîk e. Weke perçeyek xweşikbûna di xwezayê de û weke estetîk dest digirim. Jin wate ye. Hegel felsefeya xwe ya destpêkê li ser têkiliya jin û zilam bi bingeh kir. Lê dema ev ser nexist felsefeya xwe li ser têkiliya kole-begtî ava dike. Lê ez felsefeya xwe li ser zilamê hêzdar û xweşik û jin avadikim. Beraberî zilamê xweşik û hêzdar, jina herî xweşik û pak di nava mehekî de van xisletên xwe winda dike. Hûn dizanin bi Yewnanî têgînek ‘NOMOS’ heye di wateya aqil û qural deye. Di tirkî de weke namus tê bikar anîn. Di fereseta min a namusê de, jina bi namus, jina ku xwe azad dike, quralên xwe bi xwe ava dike, quralê xwe ferz û jîndar dike ye. Jina girêdayî zilam, jina ku quralê zilam diyar kiriye, jina di malê de girtiye, ne jina bi namuse. Di Sumeran de jina herî bi esil û xweşik di perestgehên zîguretan de bi esliyan re dijiyan. Jinên din jî bi şêweyên herî ketî dizewicîn, malan de dihatin girtin. Ya rastî peyre perestgeh jî xirab bûn
Niha jî jin bi navê em evînê dijîn xwe dixapînin. Dema ez li Şamê bûm min ji keçan re digot; ez ji xwe bawerbûm. Îdea min a azadî û evînê mezin e. Ez di wê baweriyê de me ku evîna rastî bijîm. Di vê mijarê de jêhatî me. Gelo hûn jî ji xwe bawer in, bi îdea ne, hûnê bikaribin feraseta min ya evînê rabikin? Lê ez dibînim ku di vê mijarê de ne têr in. Hûn dizanin Kant feylesofekî girîng e. Ez ê fereseta evîna di modernîteya kapîtalîst de bêjim. Di paraznameya min de hevokek ku min bi kar aniye pir baş vê rave dike. Kant evînê weke hevgirtina organê cînsel ên jin û zilam pênase dike. Belê fereseta evîna wan ev e.
Fereseta evîna ku min behs kirî weke fereseta evîna Nazim Hîkmet a evîna tenê ji bo jin nîne. Evîna bi rêbazê Nazim, ne evîn e. Ji evîna xwedawenda jî behs nakim. Evîn fêm kirine, kûrbûn e. Fêmkirina xweza, gerdûn û mirov e. Bêyî fêmkirina van, evîn nabe. Fereseta evîna bi min re fêmkirine û ev e. Ji bo min jî hinek tiştan dibejin, fereseta min a bilindkirina jin diyar e . Ez ê vê têkoşîna xwe berdewam bikim.
Ez nirx didim xebatên jinan a ku tê behskirin û piştgiriyê dikim. Ji dîrokê vir ve jin ji zilaman zêdetir in. Lê tevî vê di tevahî dîroka zayendperestî de jin hatine dagirkirin û koleya destpêkê jin e. Ango koletiya destpêkê di jinê de hatiye ava kirin. Pey wê re gundî û herî dawî jî karker in. Di vê mijarê de lêhûrbûnê min hene. Vana her tim kûr dikim. Femînîst vê rewşê baş nadahûrîn in. Fereseta min a femînîst cuda ye, ne seresere ye. Min di pareznameyên xwe de bi kuranî dahûrandin e. Li gorî min divê femînîstên li Tirkiyê jî bikaribin xwe di nava partiya sîwan de rave bikin. Divê hevalên me yên jin jî hîn zêdetir girîngiyê bidin hevbêşbûnê. Yekîtiya jin girîng e. Di vê wateyê de akademiyên jina azad dikarin rol bilîz in. Tişta ku ez ji akademiyên jina azad behs dikim, jina serwext û azad bûyî ye. Li Ewrûpayê ji vê re dibêjin Tevgera Bilindkirina Zanistê. Dê jin van akademiyan de zanista xwe bilind bikin. Xwarina xwe çêkin, koperatîfên xwe saz bikin, gotûbêjên xwe bikin, perwerde û hîndekariya xwe pêş bêxin.
Xebata jin a neteweya Kurd xebatek girîng e. Nêrîna li Hewlêrê pêk anîna konferansa dûyemîn jî guncav e. Bi mebesta konferansa jinê dixwazim ji bo jin vê bêjim. Di jinan de zanebûna jin pêş ketiye û hatiye astekê. Dîsa baweriya xwe ya ji bo serkeftina têkoşîna azadiya jin diyar dikim. Wê têkoşîna azadiya jin bigihije serkeftinê. Di eksena jin de têkoşîna azadiyê a ku em bi rêve dibin, bi hêza ku ji têkoşîna azadiya jin girtiye wê bigihije serkeftinê. Baweriya min ji vê re tam e. Wê tekoşîna azadiya jin hêz bide têkoşîna azadiya giştî. Bi vê mebestê tevahî jinan silav dikim.
Bi navê Gurbet Aydin pêk hatina festîfala jin a li Tetwanê pir girîng e. Ez wê dizanim. Ma ne ozan Mizgîne. Ji Êlihê ye. Weke din keça din a Libnanî hebû. Ev li gel min gihiştin. Mizgîn li Tetwanê ji bona nekeve dest, bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî. Weke din keçeke Libnanî hebû navê wê niha nayê bîra min, ez ê paşê bêjim. Dibe ku li Elîh-Kozluk-Sason be, ji bo nekeve dest, wê jî bi destê xwe dawî li jiyana xwe anîbû. Ş. Mizgîn, ozan Mizgîn û keça Libnanî pir egîd bûn. Her du jî di destê me de mezin bûn. Şehîdên gelê me yên pir hêja ne. Divê festîfala li Tetwanê bi navê herdûkan be. Ji bo Tetwan û der û dorên wê azadî û têkoşîna jin girîng e. Ji ber ku têkoşîna jin vediguherîne. Di tekoşîna tevgera jin a azadîxwaziya demokratîk a Kurdistanê de serkeftinê dixwazim û wana silav dikim. Beriya niha jî di van mijaran de nirxandinê min çêbûne. Dikare ji vana sud bê wergirtin, peyama min bê amadekirin û di vê festîfalê de bê xwendin. Di têkoşîna me de ciheke Tetwan, Êlih û wê herêmê ya pir girîng heye. Belê Tetwan cîheke pir girîng e. Dibe ku di demê pêş de li wir tiştên herî xweşik û girîng jî bêne kirin. Tetwan, derdora Wan, derdora Gola Wanê ji hêla dîrokî û çandî ve pir girîng e. Ji hêla çandî ve warek dewlemend e, warek destanî ye. Seriyek wê li Zagrosan, seriyek wê li kafkasan û seriyê din jî li Anatoliyê ve dirêj dibe. Ji hêla estetîk û hûnerê ve Tetwan ji bo festîfalan wareke guncav e. Ger şaş neyê bîra min ji bo Zîlan jî nirxandinek wisa heye. Tê gotin ku li wê derê çanda jin û civata jin hebûye. Derdorê Wan, Tetwan warên ku ev ruh û çandên ku li ava bûyî ne. Ji ber vê jî li wir xebatên jin û bi kok kirina van xebatan watedar e. Di vê watêyê de Tetwan dikare bibe mînaka rêveberiya cewherî ya demokratîk û avakirina civakî ya baş. Ji bo vê wareke guncav e. Divê li vê derê Akademiya Siyasetê ya Jin bê saz kirin.
Ez Tevgera Jin a Demokratîk pir girîng dibînim. Xebatên wê serkeftî dibînim. Bila xebatên xwe berdewam bikin. Lê xebatên weke qampanya karên pratîkîne. Li ber xefkên ku li ser jinê hatine pêçan sivik dimîne. Ji bo jin van xefkan derbas bikin bila asta xwe ya bîrdozî û teorîk bi hêz bikin. Ji bo vê bi hatina gel hev re divê kom û yekîneyên xwe saz bikin. Di berê de ji vanre digotin tarîqat. Ez jî ji vê re dibêjim yekîne. Dikarin li Amedê û gelek cîhen din bi navê nebatan bê hejmar komaleyan saz bikin. Dikarin komaleyên bi xweza û derdor re jî eleqeder saz bikin. Dikarin rêxistinbûnên xwe li ser van re pêş bêxin û kûr bikin. Divê her mirovek kom û rêxistina xwe hebe. Li gorî min mirovê bê rêxistin ne ti tişte.
Modernîteya Demokratîk Hemdema Şoreş û Şaristaniya Jinê Ye
Ger civak hebûnên dîrokî ne, wê demê wateya wan jî dîrokî ye. Wate jî cewhera jiyana civakî ye. Dikare weke armanc, ruh û zihnê jiyana civakî jî bê nirxandin. Heqîqet jî, ya ku weke wateya hebûna civaka dîrokî a mîtolojîk, olî, hûnerî, zanyarî û zanistî digihîne ziman, rave û şêweyê ye.
Divê neyê ji bîrkirin ku ev îtopya nebin pratîkên jiyana mezin jî pêk nayên. Çanda Rojhilata Navîn ji mirovatiyên re xelata ûtopya bihişt û dojehê daye. Ya ku destana nivîskî a destpêkê ye bi destana Gilgamiş re ji beriya niha hezara salan ve çandeke ku her tim li giyayê bê miriniyê geriya ye. Fêm dikim jiyana ku bi jina azad re pêk werê, Gilgamêşê ku ev bi nexweşiya dest hilatdariyê winda kiriye. Neslê wî ew jiyana her tim li peye ne ji bo şêweyeke bê miriniye, wê di nava pêvajoya jiyana rastîde jî nebîne. Tiştek encax cîhên ku lê windabûye bê dîtin. Di cureyên mirovan de volqana jiyana mezin di etekê Toros û Zagros, geliyên Dîcle û Firat de teqiya ye. jiyana ku mirovan mest dike vir çêbûye. Di Kurdistanê de jî weke jin û jiyan pêk hatiye. Di nava hezaran salan de jiyan vê carê di hiyararşî û desthilatdariya dewletê de bi şênberbûna jin û jiyan de heman waran de hatiye windakirin.
Diyarbûye ku hemû destan ji ber destana gilgamiş derketine. Bihişt û dojeh jî her tim bi jiyanên hatine jiyîn û windakirinê têkildar e. Bi rastî jî nexweşiya desthilatdariyê jiyanê dikûje. Lê bi zanîna vê re projeya hemdema rojhilata navîn a demokratîk di heman demê de cîhe ku jiyanê bi nexweşiya deshilatdariyê ve lê winda kiriye, ya ku desthilatdar nîne, jiyana jina azad weke ekolojî û aboriya bi civakî hatiye keşifkirin, projeya dîtina rastiyê ye. Her proje di heman demê de ûtopya pêşerojê ye. Civaka demokratîk û modernîteya demokratîk ûtopya pêşerojê ya pêk hatiye.Di nava wê de jiyanek wekhevî û azadî heye.
Ji bo yên ku ûtopya wan a jiyana azad a mezin heye dema ku bê gerîn di heremê de ya ku mînakê wê pirin şertê rêbaza jiyanekî heye. Ew jî ev e. Wê tu ji bo heqîqeta ku civakbûn gengaz dike bijî. Her ku tu heqîqetê bibînî wê tu bijî. Her ku tu heqîqetê berfireh bikî, wê tu civaka exlaq û polîtîk ava bikî. Di Rojhilata Navîn de akademiya zanistî her tim wisa dibêje. Bi vê gotinê re îrada jiyana azadbûyî her tim wisa dike!
Weke ku jiyanek bê jin nabe, rastiyeke ewqas jî vekiriye, bi jina ketîre jî wê jiyaneke bi şeref û watedar neyê parvekirin. Jiyana heyî ya bi jin re heya qirika herkesî û giştî fetisandina koletiyeke herî jêr de bi rêbazeke bi zanîn û hîskirinê ve dahûrînker û çalakvan bûyî. Riya rast ya rizgariya jiyanê divê neyê jibîrkirin ku bi jinê re jiyaneke watedar û bi şeref, zanyarî û bilindbûnek mezin dixwaze. Yên ku îdeaya wan a evînê hene divê her tim bibîrbînin ku riya pêkanîna wê bi zanistî û bilindbûnê re derbas dibe. Ji bilî vê ji evînê re xiyanet û xizmeteke ji koletiyê re ye. Gihiştina heqîqeta civakî pêk neyê, gihaştina evînê jî çênabe.
Bêguman parvekirina wekhev û bi azad a jiyana bi jinê re, bi teqez ji cîheke rast beramberî hev zanyariya heqîqeta civakî dixwaze. Evîna rast encex beramberî hev di nava hevsengiya hêza heqîqeta civakî de dikare bê jiyîn. Bi kesayetên ku di nava koletî, destavêtin û desthilatdariyê de xenikîne re evîn qet pêk naye. Gelek ceribandinên zêde û her tim têk çûyî jiyan e û îflasên malbatan vê rastiyê radixin ber çavan. Di rewşa herî kêm de bi qasî zilam jin jî dema ku bû xwediyê zanyarî û hêza civakî, wê hingê hezkirin û weşikbûna, bê desthilatdarî, di nava aştiyê de bi hilberîna wekhev û bi azad û parvekirinê ve jiyana wê bê avakirin. Rojame ya sed sala 21’an di pêşengiya şoreşa jinê de weke şert datîne holê. Duruşmeya ‘an jiyan an barbartî’ vê şoreşê ferz dike.
Civaka Rojhilata Navîn weke ji şoreşeke duyemîn ya gund-çandiniyê re pêdivî dibîne, pêdiviya vê civakê jî bi duyemîn şoreşa jin heye. Şoreşa jin a neolotîka dayîksalarî ye. Ya herî rast şoreşa neolotîk ya balkêş, şoreşa jinê bû. Şoreşa neolotîk, şoreşeke ku heta niha ji mirovatî li ser mîrasa wê xwe dide jiyîn e. Li ser bingeha şoreşa dijber a şaristaniya baviksalarî û modernîteyê, ya ku civaka xwezayî pêş ve dixe, koletiya jinê ya herî kûr û mêtînkariya wê ava kiriye û di tevayî civakê de berfireh kiriye ev şoreşa dijber, di roja me de bi qeyrana xwe ya bipergal û rewşa xwe ya bialozî di hemû qadên civakê de dijî û dirûxe. Tê fêmkirin ku tişta ku ji jinê re tê ferzkirin ji jiyanê re xiyanet e. Ger dixwazin bê jiyîn, divê di serî de ji bo vê bi jinê re ji nû ve beramberî hev bi zanyarî di nava hêzeke hevsengî de hestên xweşikbûn û bilindbûnê bêne hilberandin û parvekirina wê bê serxistin. Divê avakirina vê rastiyê û gihandina heqîqetê bê pêk anîn. Divê bi şêwazeke bingehîn de hev û du weke milk û xwedîbûnê de berdin. Divê li şûna namûsa kevneşop, rakêşweriya kesayetên xweşik û bi eslî derbasdar be.
Ger şoreşa jin bi bingehîn û nexasim guhertina hişmendî û jiyana zilam neyê jiyîn rizgariya jiyanê jî bê derfet e. Ji ber ku ya xeleka jiyanê ya sereke ye jin rizgar ne be, wê jiyan her tim weke serapekê bijî. Ger aştiya zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jin re pêk neyê, şadbûn jî tenê xiyaleke vala ye. Ji bo jin û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civak û jina Rojhilata Navîn bi modernîteyê re şaristanî û fethên ku jiyan e, qasî bê xistin ketine. Jixwebûnê derketiye. Ketiye rewşeke nesne de. Li ser jinê ve dahûrîna pirsgirêkên civakî û ji bo çareseriya wê re bi heman diyardeyan re dest girtin rêbazeke rast e. Ji dayîka pirsgirêkan re encex ya ku çaseriya dayîkane bi ferzkirina şoreşa jinê ve bi gavên rast ve ber bi heqîqetê ve gihandinek çêbibe.
Çaseriya modernîteya demokratîk di mijara pirsgirêka jin û şoreşê de bi îdeale û biçalak e. Netewên modernîteya demokratîk ne ew proje ne ku bi projeyeke bê jin ve xwe pêk bîne. Berovajî vê di her gava xwe de bi parvekirina zanyarî û çalakbûna jinê re şoreşa ku pêk bê ye. Avakirina civaka aborî di weke ku wê di pêşengiya jinê de pêk were, ji nû ve avakirina wê jî hêza komînal a jinê dixwaze. Aborî meslek û çalakiya jinê ya civaka cewheriye. Ekolojî zanisteke ku encex dikare bi baldariya jinê ve hevdîtina bi civakê re were pêk anîne. Jin bi awayeke nasnameyî bi hawirdoriye. Civaka demokratîk civaka ku zihin û vîna azad a jinê pêwîst dikê ye. Pir vekirî modernîteya demokratîk hemdema şoreş û şaristaniya jinê ye.
Çawa Bijî, Çi Bikî Û Ji Kur Dest Pê Bike
Ji pirsê çawa bijî, çi bikî û ji ku derê dest pê bikî re wê bersiva hevbeş bê dayîn. Divê li ser bingeha hûndirê sîstemê de bi dijberiya sîstemê dest pê bike. Lê di nava pergalê de dijberiya sîstemê di asta zanyarên kevîn de her kêlî pêwîstiya şervanê heqîqetê yê ku bikare di berdêla wê de bimirê jî derdixe holê. Çawa bijîn û ji ku derê dest pê bike, weke gurzeke ku modernîteyê lê kiriye wî gomlekê dîna ji ber xwe dike, wê tu nefret bikî û dev ji vê jiyanê berdî. Dema pêwîst bike her kêlî bi vereşandinê re wê tu mîde, mejî, bedena xwe ji vê jiyana ku tu navdayî paqij bikî. Yek weke xweşika cîhanê jî xwe ji tere bide dê tu ji hûndirê xwe vereşînî bersivê bidî. Ji pirsa çawa bikinre jî bi her du pirsên dîtir re nav hevûdu de her tim bi şêweya çalekiyan de dijberiya xwe ya pergalê diyar dike. Bersiva pirsa çi bikin pratîka bi zanist û bi rêxistiniye.
Ji bo pergala mordernîteya demokratîk bersiva her sê pirsa hevdîtina bi hêmanên pergalê ên bîrdozî û çalekgerî rave dike. Dema berê de mîsyona ku bi têgîna partiya pêşeng dihat gotin îro jî weke pêşengê modernîteya demokratîk a quramî û çalakî xurt bûye. Ya ku sê lingên pergalê yên bingehînin pêwîstiya civaka aborî, ekolojîk û demokratîk (bajar, herêm, rêveberên konfederalîst a demokratîk, a ku ji netew û neteweyî wêdetir) ya zîhnî û îradî pêşwazî kirin mîsyona bingehîne. Ji bo vê di hejmar û nîtelîkên têr de divê akademî bêne avakirin. Cîhana akademiya modernîteyê tenê bi rexne kirinê têr nabe, alternatîfa wê pêş dixe, bîrîmên akademiyên nû li gorî naveroka xwe yên pir cure ve tê ava kirin. Di derbarê her qada civakî de di serî de aborî-teknîk, ekolojî-çandinî, siyaseta demokratîk, ewlekarî-parastin, jin-azadî, çand-nasname, dîrok-ziman, zanyarî-felsefe, ol-hûner li gorî girîngî û pêdiviyan ava kirin erke. Ger kadroyek akademîk ên bi hêz nebe hêmanên modernîteya demokratîk nayê sazkirin. Kadroyên akademîk çi qasî bêy hêmanên modernîteya demokratîk tiştekî îfade nakin, hêmanên modernîteya demokratîk jî bêy kadroyên akademîk çi wateya xwe nîne û ser nakeve. Yekbûna di nav hev de, ji bo wate û serkeftinê şerte. Divê ya ku weke kirasê bi lenet ya modernîteya kapîtalîst li ser piştê daniye fereseta fikir, zikir û çalekî a ji hev cuda bê derbas kirin û berdan. Fikir, zikir çalakî tu car ji hev qut nabin. Heqîqet tim li ser piştê girtin di nava yekbûnekê de pêş xistin nîşaneya bilindbûna divê bê jiyîne. Her sê li gel hev di çawa bijî de, çibikin de û ji ku derê dest pê bike de temsîl neke bila dernekeve şerê heqîqetê. Şerê heqîqetê berovajiya modernîteya qapîtalîst napejirîne û bi wêre najî. Bi kinasî kadroyên akademîk mejiyê rêxistinê ne û di beden de (civakê de) reyên ziravin. Yekbûna rastiyê ye. Heqîqet rastiya yekbûna tê îfade kirine. Kadro heqîqeta bi rêxistinî û çalak bûyî ye.
Şerê heqîqetê di her kêliyên civakê de di hemû qadê civakê de birîmên komînalîst, ên aborî û ekolojîk de di warên bajarên demokratîk, herêm û ji bilî netew neteweyan bêne bi rêve birin, wê wate û serkeftinê dest bixe. Ger weke Qasid û hawariyên ola, jiyan neyê zanîn, bazdana li pey heqîqetê pêk nayê, şerê heqîqetê jî nayê dayîn. Ger bê dayîn jî ser nakeve. Pêdiviya Rojhilata Navîn bi zanyarên xwedawendên jin ên nû bûne, Musa, Îsa û Mihemedan re Saîd paulan, Maniyan, Weysel Qaraniyan, Helecî Mansuran, Suhrewerdiyan, Yunus Emreyan û Birunoyan heye. Şoreşa heqîqetê ger bi xwedî derketina mîrasê wan ên kevin û kevnar nebûne, neyê derketin sernakeve. Şoreş û şoreşger namirin bi xwedî derketina mîrasa wan re têne jiyîn.
Ez li vêderê bangê jina dikim. Û dibêjim qasî ku qet nebûye em ewqasî nêzî azadiyê ne. Dizanim azadî bi hêsanî ava nabe, dibe ku di vê mijarê de bedel were xwestin, hûn zehmetiyan bikşînin, lê ez jî li vir zehmetiyan dijîm. Tevî vê hewl didim bibim bersiv. Îrada azadiya gelê Kurd min bi hêvî dike. Ez di wê baweriyê deme ku emê bi vê biharê re azadiya xwe ava bikin. Emê bi biharê re azadiya jinê ava bikin. Azadî ji nan û avê bi rumet tire.
Ez şervanekî azadiya jinê me. Di vê mijarê de pir radîqalim. Ez di wê baweriyê de me ku wê jin di Rojhelata Navîn de li ser bingeha jîrbûn, parastin û xweşikbûnê ve wê weke rojê, azadiya xwe ava bike. Wê teqez rojekî bigihêje wê jina bi hêz, ya ku zilamê paşverû û zordar bîne rê. Bi vê baweriyê re hevî dikim ku wê tekoşîna xwe li gorî rihê pêvajoyê bilind bikin.
ji Tevahî jinan re silav hezsikirin û rêzgirtinên xwe raber dikim.