NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî serjimariya ku toreya RT belav kir ku hejmara kesên bi vîrûsa Korona li tevahî Cîhanê ketine bûye 145 hezar û 369 kes, her wiha 5 hezar û 429 kesan jiyana xwe ji dest da û 71 hezar û 694 kes jî ji vê nexweşiyê çêbûn.
Gelek dewlet tedbîrên dûrxistin, cemidandina çalakiyan mîna girtina dibistan, sînor, deverên ku mirov li wan kom dibin, ferzkirina qeydên veguhestinê , sekinandina çalakiyên sporê û çandî da ku li hember vê nexweşiyê bisekinin, girtin.
LI AMERÎKA QEDEXEKIRINA DERVE HAT RAGIHANDIN Û EWROPA BÛYE ÇAVKANIYA VÎRÛSÊ
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh rewşa awarte li DYA’yê ragihand da ku li hember belavbûna vîrûsa Korona bisekinin. Ji ber wê jî rewşa jiyana rojane di mezintirîn hêzên aborî yên cîhanê de kêm bûye, dibistan û amûrên veguhestina giştî hatine girtin.
Bi zêdebûna belavbûna vîrûsa Koronayê re serokê Fransayê Emmanuel Macron got: “Ew nexweşî xetertirîn aloziya tenduristî ji sedsalekê ve ye û nexweşiya Ispaniya ya sala 1918’an belav bû zêdeyî 30 mîloyn kes kuşt.”
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê roja înê piştrast kir ku Ewropa bûye çavkaniyeke nû ji vîrûsê re û got: “Pir zehmet e ku dema nexweşî bigihîje asta herî jor di cîhanê de.”
Derveyî Yekitiya Ewropayê, Okranya bi mirina kesek bi wê nexweşiyê re sînorê xwe girt. Her wiha Pakistanê sînorê xwe bi Afganistan û Îranê re girt. Rûsya ragihand ku ew ê ji roja duşemê de çûn û hatina ber bi YE’yê ve kêm bike û Damînark jî sînorê xwe li pêşiya biyaniyan girt.
Li Ispaniya heta niha 4 hezar û 200 kes bi vê vîrûsê ketine û 120 kes jî mirine, ji ber wê rewşa awarte ragihand. Her wiha li Portugalê heta niha 112 kes bi vîrûsê ketine lê tu kes hê nemiriye.
Nemsa, Bulgariya û Yewnanistanê dukanên xwe yên ne pêwîst girtin û tenê dermanxane, supermarket, navendên tenduristiyê li Yewnanistanê vekirî ne.
Switzerland biryar da ku dibistan werin girtin û kombûna zêdeyî 100 kesî qedexe kir.
Li Fransayê hilbijartinên şaredariyan roja yekşemê dê di dema xwe de werin lidarxistin, lê Brîtaniya hilbijartinên herêmî ku dê di 1’ê Gulanê de hatibana lidarxistin bi paş de xist.
Li gorî AFP’ê li Dublinê paytexta Ireland jî dibistan, bexçeyên zarokan, zanîngeh û saziyên çandî roja înê hatin girtin û bajar bûye mîna bajarê pîrebokan.
KORONA DERBEYAN LI ABORÎ Û SPORÊ DIXE
Li Parîs jî pêşengeha Louvre, birc Eiffel, koşka Versailles hatin girtin, her wiha li Yewnanistanê jî cihên dîrokî hatin girtin.
Berpirsekî ewropî behsa kêmbûneke pir kêm li herêma EUR di 2020’an de û metirsiyên li ser felcbûna aboriya wê kir, her wiha gelek dewletên Ewropayê projeyên destekdayîna şîrketan, ragihand.
Li Fransayê tedbîrên ji bo vîrûsa Korona belav nebe ku dê aloziyên aborî bîne, dê pereyan bidin kesên kar nakin, hatin girtin.
Vîrûsê tevlihevî di bernameyê maçên sporê li cîhanê de çêkir. Maçên fotbolê li Almaniya, Îtaliya, Îspaniya, Frans û Engeltra hatin sekinandin, her wiha maçên cupa Ewropayê hatin bipaşdexistin.
ÎRAN KOLANAN VALA DIKE Û KORONA DIGHÊJE AFRÎQYAYÊ
Li Îranê di dema belavbûna vîrûsê de hêzên ewlehiyê di nava 24 saetan de dukanên bazirganiyê, kolan û rê ji gel re vala kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Siûdî ku Erebistana Siûdiyê roja şemiyê ragihand ku çûn û hatinên hewayî yên navdewletî di nava du hefteyan de hatin sekinandin da ku pêşî li belavbûna vîrûsa Korona bigrin.
Sûdan, Morîtaniya, Kînya, Etiyupa, Gînya, Siwatînî yekem nexweşên bi Korona ketine ragihand. Bi vê yekê dewletên Afrîqiya ku vîrûs di nava wan de derketiye bûn 20 kes.
Her wiha hikûmeta Sûriyê ji 14’ê Adarê heta 2’ê Nîsanê ragihand ku dê zanîngeh, dibistan, peymangehên giştî û taybet ji bo vîrûsa Korona belav nebe, bên girtin.
Di heman demê de, Rêveberiya Xweser jî kombûn qedexe kir û zanîngeh û dibistan jî girtin.