NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşmeya “Yekrêziya Ciwanên Kurd Bingeha Yekîtiya Kurdî ye” li bajarê Qamişlo ji aliyê Encumûena Ciwanên Kurd Komxebatek hate lidar xistin. Komxebat bi tevlîbûna bi 150 delegeyên ciwan ên ji 15 rêxistinên cûr bi cûr li hola Zanîngeha Rojava pêk hatibû. Derbarê encam û giringiya komxebatê, Endamên Partî û Encûmena Ciwanên Kurd nerînê xwe ji ajansa me re anîn ser ziman.
Rojîn Mihemed endama partiya çep jî nerînê xwe wiha anî ser ziman: “Li vir em li ser komxebatê biaxîvin. Armanca wî çiye. Ser çi eseasî hatiye lidar xistin. Armanca wê ya sereke; Banga ji bo yekrêziyê ya Ciwanên Kurd e. Ev gava yekemîn di yekîtiyê de. Li vir me hewl dida ku hemû ciwanên partiyan li vir amade bibin. Me hemû partiyan dawet kirin. Hemû partiyan ku di Encûmena Ciwanên Kurd de û hemû ciwanên ku di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de cih digrin û partiyên dûrî vê pêkhateyê û her wiha partiyên rêveberiya xweser jî hatin dawet kirin. Lê mixabin beşek ne amade nebûn. Bi serdanên beriya komxebatê me pir hewl dida ku hemû Ciwanên Kurd die komxebatê de amade bin. Bi tevlîbûna hemû Ciwanan me dixwest armanca xwe pêk bînin. Em xewna kurdayetî pêk bînin. Û heta astekî em xwe dûrî nakokiyên siyasî bixin. Em weke ciwan bi îradeya xwe û hişmendiya xwe bi rihê ciwantî û germbûna xwe em dikarin nêzî kurdayetiyê bibin. Û em xwena xwe bicih bînin. Lê ev nayê ew wateya ku ev komxebat neserkeftî bû. Ji ber ku bi rihê wan ciwanên ku amade bûn em biserketin. Em hewl bidin ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, em li tevahî Kurdistanê fikrê Yekîtiyê belav bikin. Em li ser asta Kurdistanê kar û xebat bikin. Ji ber ku çi bikeve bin xizmeta gelê kurd em ê hewl bidin û emê pêk bînin.
Endamê Komîteya Amadekar ya Komxebatê Adil Faraşin anî ser ziman ku wê xebatên Yekîtiya Kurdan xurttir bibe û wiha berdewam kir: Ji bo avakirina nerînek hevpar ev komxebat encamek xwe ya erênî hebû. Li ser esasê vê komxebatê hevditîn bi hemû partiyan çêbû. Bi ENKS’ê re jî hevditîn çêbû, lê beşa wan tevlî nebûn. Me xwest em bi vê komxebatê hemû rêxistin Û partiyên kurd li ser asta ciwanan bine gel hev û li ser mijara Yekîtiya Netewî niqaş bikin. Komxebat li ser ev 6 mijar/bernameyan pêk hat:
* Aloziyên li Rojhilata Navîn û Pirsgirêkên Rizgariya Netewî
* Jinûve pênesakirina pirsgireka Kurd û Kurdistanê
* Lêgerînên ji bo Yekîtiya Kurdan di dirokê de
* Çima pêwistî bi Yekîtiyê heye, taybet di vê demê de
* Pirsgirêk û astengiyên li hemberî Yekîtiya Netewî
* Pêşengtiya Ciwanan ji bo Yekîtiyê tê çi wateyê û giringiya wê çiye?
Di komxebatê de herwiha rola ciwanan di parastina cewherî, çandî, exlaqî û di her beşê jiyanê hate destgirtin. Herwiha beşa dîplomasî û giringiya wê hatin vekirin. Li ser wan xalan niqaş hatin meşandin. Me xwest hemû rêxistin û partî beşdarî vê komxebatê bibin, lê hindek beş beşdar nebûn. Wek me navê wan dabû ENKS. Em hêvî dikin ku ev komxebat bibe bingeha Yekîtiya Netewî. Em bêguman xebatê xwe bidomînin. Armanca me ew ku em vê komxebatê bikin bingeha Kongreya li ser asta Ciwanan ya tevahî Kurdistanê.