ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê bi merasîmek Navenda Yekîtiya Ciwanên Êzidî ya Şehîd Êzdîn Şoreş vekirin.
Di merasîmê de li ser navê ciwanan Berxwedan Şengalî û Sara Şengalî axivîn. Di axaftinan de hate gotin, ew ê li ser bir û baweriya şehîd Şoreş ciwanên Ezidî rêxistin bikin. Her wiha li ser fikir û felsefa Rêber Apo ciwanan perwerde bikin.
Di meresîmê de birayê Şehîd Ezidîn Şoreş jî got: “Em jî weke birayê hevalê Şehîd û malbata Şehîd Ezdîn Şoreş, em ê heya dawiyê li ser şop û berxwedana Şehîd Ezdîn bimeşin.”
Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Birû Berekat jî axivî û vekirina navendê li ciwanên Şengalê pîroz kir.Berekat got: “Em ê li ser têkoşîna hemû şehîdên xwe û taybet Şehîd Ezdîn Şoreş, xwe avabikin û rêxistina xwe xurt bikin. Em ê bi rêxistina xwe tola şehîdan ji dijminên xwe rabikin.”
Piştî axaftinan ciwanên Şengalê li ber stiranan govend gerandin.