SILÊMANÎ – Piştî biryara qedexeya derketina derve ya li Silêmanî Hewlêr,Helebceyê, kolanên Hewlêrê vale man. Bi taybet cihên ku rojane bi hezaran kes serdan dikirin, niha kes lê diyar nabe. Hemû dikan hatine girtin. Jiyan rawestiya ye.
û her wha Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ku li Silêmanî û Hewlêrê îlan kiribû, ji bo 72 saetên din dirêj kir.
Wezaretê ji ber virûsa Coronayê di 13’yê Adarê de biryara qedexekirinê li herdu parêzgehan ji bo 48 saetan dabû, qedexe duh destpê kiribû.