PYD: Divê tavilê dewleta Tirk ji Efrînê derbikeve

PYD’ê destnîşan kir ku çareseriya ji krîza Sûriyeyê divê dewleta Tirk ji xakên dagirkirî derbikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Giştî ya PYD’ê têkildarî 2’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan ve daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Di van rojan de salvegera 2’yemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a faşîst û alavên wê ku bûne sedema koçberkirina gel ji gund û bajarên wê, derbas dibe. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û alavên wê hovanetirîn sûc û guhartina demografîk ku bi wê re jî tevahî maf û mîsaqên navneteweyî binpê kirin, pêk anîn. Li aliyekî din jî reveçûna şoreşa Sûriyê ber bi aloziyeke mezin ve bir. Ajandeyên herêmî û navnetweyî dest di şoreşa Sûriyê werda û bi wê re rêxistinên tundraw jî ku şoreş ji naveroka wê dûr kirin. Di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramiya xwe parast, her wiha piştevaniya parastina bingehên guhartina Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, felsefeya xweparastin û biratiya gelan pêk anîn. Van hêmanan hişt ku qada van herêman nebe xetere li gorî herêmên dîtir. Lê ew jî rastî hêrsa hin aliyan hat.

Serkeftina tecrubeya Rêveberiya Xweser, her wiha berxwedana li dijî afirandina krîz, wêrankirin û têkbirinê li herêmên me hişt ku tevahî hêz êrişî van herêman bikin, di serî de jî dewleta Tirk. Li aliyekî din ve têkbirina van planan bi destê şêniyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedem ku dewleta Tirk yekser dest tê werde. Ew jî piştî tevahî planên wê bi rêya hêzên çete û mixabin Sûriyê jî bi bin ketin, pêk hat.

Efrîn yek ji herêmên ku têde vîna azad û projeya demokratîk bi pêşengî û fermandariya jinan bi pêş ketibû. Efrîn êdî bûbû herêmeke dilkêş a rastîn ji bo sivîlên Sûriyê yên ku ji herêmên şer ên li herêmên Sûriyê direvîn. Zêdetirî 450 hezar sûrî beriya êrişên dewleta Tirk lê hebûn. Êrişên dewleta Tirk di 20.01.2018’an de bi hedefa têkbirina aramî û hewldana binketina tecrubeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Berxwedana ku gelê Efrînê pêk aniye, berevajî texmînan hatin, her wiha parastina rastîn a şoreşê bi pêkanîna girêdana bi demokrasî û rûmetê ve sepand, her wiha beriya wê jî li Kobanê mîna wê di 2014’an de berxwedaneke bêhempa li dar ket. Ev berxwedanên dîrokî rihê kurdistaniyan geş kir û hevgirtina rastîn bi rêya Efrînê li çar parçeyên Kurdistanê afirand. Her wiha li tevahî cîhanê Berxwedana Serdemê ku 58 rojan dom kir, li hember mezinbûna dewleta Tirk ku tê de tevahî çekên pêşketî û çeteyên zêde li dijî erdnîgariya biçûk, deng veda.

Piştî 2 salan di ser dagirkriina Efrînê re ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, em wek Meclîsa Giştî ya PYD’ê bêdengiya cîhanê û paşguhkirina wê der barê binpêkirinên dewleta Tirk li Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî li Sûriyê de şermezar dikin. Her wiha piştrast dikin ku tu aramiya rastîn û tu çare nakevin xizmeta Sûriyê û gelê wê, ji bilî derketina dewleta Tirk ji tevahî herêmên dagirkirî û di serî de Efrînê. Li aliyekî din jî bang li tevahî gelê me, pêkhate û hêzên demokratîk ên erka exlaqî û nîştimanî pêk tînin, dikin ku yekitiyê ava bikin ku li hember xetera û dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bisekin û divê bê derxistin.

Li dawiyê jî silavên xwe ji şêniyên berxwedêr ên li kampên Şehbayê re dişînin û piştrast dikin em di berxwedanê de heta rizgarkirina Efrîn û vegera şêniyên wê de, berdewam in, her wiha berxwedana lehengên YPJ û YPG’ê û qurbaniyên wan bi bîr tînin. Em tevahî hêz û israra berxwedanê ji Berxwedana Serdemê ya li Efrînê digirin. Her wiha merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê jî heta niha berdewam e.

Li aliyekî din jî HRE’yê, berxwedan û qurbaniyên wan silav dikin û piştrast dikin berxwedan berdewam e û dê heta serkeftinê bi rihê şehîdên mîna Avesta, Karker, Barîn û tevahî hevrêyên wan ku di oxira Efrînê de canê xwe daye, bilind bikin.”

Nivîsa Pêş