KERKUK – Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo Salvegera Komkijiya Helepçe û dagirkirina Efrîn li Kerkukê li Bazara Şorçe pêşengehek wêneyan lidar xist. Jinên Ciwan, wêneyên ku ji dema komkujî de û dema dagirkirina Efrînê de pêşandan.
Di sala 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bajarê Efrînê dagir kir. Di encama êrişên dewleta Tirk ên bi top û balafiran de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn. Her wiha bi hezaran kes koçber bûn.
Gel eleqeyek mezin nîşan da.
Di pêşengehê de Jina Ciwan Sumeyye Ehmed axivî û wiha got: Komkujiya Helepçe qebûl nakin. Tu car em wek ciwan jêr destiya ku li çar perçe Kurdistanê li ser me tê ferx kirin qebûl nakin. Beranberî vî helwestê xwe nîşan didin. Em ê li her cûre komkujiya ku dixwazin pêk bînin jî em ê rawestin.’’
Gelek Ciwan û Jinên Ciwan pêşengehê ziyaret kir.