NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Ş.Saskîne Cansiz Ş.Sem Yuce ragihand, “Di 12’ê Adarê de li hewşa dibistana Ataturk a li navçeya Baglar a Amedê, bi bombeyan li dijî polîsên Tirk ên dagirker çalakî hate kirin û ji bo demeke kurt bi çekan çalakî hate lidarxistin.”
Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de polîsek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman daxuyaniyê de hate gotin, “Dijmin li ser vê yekê dor li taxê girt, lê yekîneya me bi rengekî ewle ji herêmê derket.”
Yekîneya Tolhildanê ya Ş.Arîn Mîrkan Ş.Helmet jî diyar kir ku wan li Stenbolê du çalakiyên cuda kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 15’ê Adarê de li aliyê Anatolî yê Stenbolê li qada E-5 Goztepeyê bi rêbaza zincîrkirinê ya taybet rê qeza hate kirin. Bi rêbazên cuda wê trafîka Stenbolê bibe hedefa me.
16’ê Adarê li navçeya Sîlîvriyê vîlayek ku faşîstan ji bo fûhûş û narkotîkê bi kar dianîn û gelek faşîst tê de bûn, ji aliyê yekîneyên me ve hate tespîtkirin û şewitandin.”
Her du Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku çalakî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine kirin û diyar kirin, “Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bidome wê yekîneyên me yên tolhildanê jî bi rengekî bênavber çalakiyan bikin.”