NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber bandoriya vîrûsa korona ya ku li cîhanê belav dibe, nirxê bermîlê neftê li jêr 29 dolaran ket.
Vîrûsa korona bandoriya xwe ji neftê jî kir. Ji ber belavbûna vîrûsa korona li cîhanê nirxê neftê daket.
Îro li cîhanê nirxê nefta xav û brent gelek ket xwarê. Bi 28 dolar û 90 sentan bazar bi bermîla nefta brent tê kirin. Herwiha nefta xav jî bi 27 dolar û 36 sentane.
Ji derveyî bandoriya vîrûsa korona, nelihevkirina welatên endamê OPEC û welatên ji derveyî OPEC’ê sedem din a ketina nirxê neftê ye.