NAVENDA NÛÇEYAN – Li tevahî cîhanê ku niha rojev bûye vîrusa Koronayê ye jî ji ber gaza wesayîtan, santralên termîk û kargehan hem jîngeh hem jî mirovatî rastî xeteriyeke mezin hatiye. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji sedî 25 mirina mirovan ji ber qirêjiya jîngehê rû dide. Her wiha li cîhanê nêzî 3 mîlyar mirov li malên xwe bêyî dûmana zerarê dide tendirustiyê, nikarin xwarina xwe çêbikin.
Her sal Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têkildarî qîrejiya hewayê û jîngehê raporekê diweşîne û mirovan hişyar dike. Li gor daneyên rêxistinê ji ber hewaya qirêj a mirov tenefus dikin li Çînê her sal zêdetirî mîlyonek mirov, li Fransayê 48 hezar li giştî cîhanê nêzî 7 mîlyon mirov jiyana xwe ji dest didin.
Pisporên jîngehê diyar dikin ku qîrêjiya hewa-jîngehê mirovan zêdetir dikuje û sal bi sal ev bandora xwe zêdetir dide xuyakirin. Ev tehlûke ku timî bi awayekî berbiçav tê ziman jî, niha belavbûna vîrusa Koronayê ya tesîra wê ya li ser mirovan li gor qîrêjiya jingehê pir kêm e jî rewşeke awarte heye.
‘Welat kom dibin, lê encam nîne’
Gelek welatên xwedî pîşesazî her sal bi armanca têkoşîna li hember guhertina avhewayê kom dibin û ji bo tedbîrên têkildarî vê mijarê nirxandin û pêşniyaran dikin. Lê heta niha di mijara kêmkirina gazên bi zerar ên ji wesayîtan û kargehan li hewayê belav dibin, ti gavavêtineke cidî pêş nexistine.
Li gor daneyên rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di pêncî salên dawiyê de germahiya gerdûnî 1 derece zêde bûye, vê jî bi xwe re guhertinên neyînî anîne. Zêdebûna mewzûbehs ji zîndiyên di nav deryayan de heta hişkahiyê, ji çandiniyê heta şiliyê gelek encaman bi xwe re tîne. Lê belê hewldanên ji bo paqijkirina hewayê û qet nebe 1 derece kêmkirina pileya germahiyê heta niha ti feyde nedane.
‘Daristanên Amazon hatin şewitandin’
Daristanên Amazon ku weke dayika xwezayê tên naskirin, ji sedî 20 oksijena cîhanê pêk tînin. Ev daristan sala bihurî rastî gelek şewatan hatin. Aktîvîstên jîngehê yên Brezîlyayî ragihand ku ev şewatên li welêt bi sedema rê li ber cotkarî, kerestevanî û madenvaniyê bê vekirin hatine şewitandin.
Her sal 22’yê Nîsanê bi armanca pîrozkirina jiyan-xweşikiya cîhanê û balkişandina li ser gefên jîngeh pêre rûbirû ye weke Roja Cîhanê tê pîrozkirin. Gelek welatên cîhanê jî ji zû ve meseleya jîngehê qanûnî kirine û destûrên xwe yên bingehîn de bi cih kirine.
Iraq a weke welatekî ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ava bûye, meseleya jîngehê pir dereng kiriye destûra xwe.
Jîngeh sala 2005’an di destûra bingehîn a Iraqê de cih girt. Di reşnivîsa yekemîn a destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê xala 57’an de behsa jîngehê tê kirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê her wiha 7’ê Nîsana 2008’an, 16’ê Nîsanê weke “Roja Jîngeha Kurdistanê” qebûl kir.
‘Tedbîrên ji bo Koronayê atmosferê paqij dike’
Li gor dîmenên NASA’yê ji ber tedbîrên li hember vîrusa Koronayê, li bajarê Wohan ê Çînê gaza azot dîoksît (NO2) a hewayê qirêj dike li atmosferê kêm bûye.
Li gor zanistên NASA’yê pêşî li bajarê Wohan a cara yekemîn vîrusa Koronayê lê derket paşê li tevahî welat hewaya li atmosferê paqij bûye. Sedema vê jî ew e ku ji ber karantînaya li welêt wesayît, santralên elektrîkê û kargehên azot dîoksîtê li hewayê belav dikin naxebitin.
‘Eger wer dewam bike dê nexweşî kêm bibin’
Pisporên Jîngehê bal dikişînin ku eger mirovatî hişyar be û weke tedbîrên li hember vîrusa Koronayê, di mijara metirsiya qirêjiya jîngehê baldar be, her wiha kargehên zerarê didin jîngehê bên kêmkirin, di du salên pêş de dê kêm bi nexweşiyên nefesê bikevin, di navbera 4-15 salên pêşiya me de jî dê nexweşiyên kanserê û yên derûnî kêm bibin. Li gel van di bihara sala pêşiya me de jî bi sedan cure dar, gul û ajal dê derkevin holê û zêde bin.”
ÇAVKANÎ: ROJNEWS