NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta fermandar Karker Êriş daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirinê û qirkirinê li hember destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyê yên ku bi berdelên mezin hatine bidestxistin, didomîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê li ser herêmê gihand asta herî dijwar. Bi pêşengiya hêzên me yên parastinê YPG-YPJ û QSD’ê, gelê me li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke mezin raber kir. Yên ku ev berxwedana dîrokî gihand lûtkeyê, şehîdên me yên nemir bûn.
Yek ji kesên ku bi têkoşin û keda xwe pêşengiya berxwedana bêhempa kir, fermandarê mezin hevrê Karker Êriş bû. Fermandarê mezin Karker Êriş li hember dagirkeriyê, wekî Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên din, li ber xwe da, pêşengî kir û bû yek ji rêwiyên karwanê şehîdan. Em di duyemîn salvegera şehadeta wî de, fermandarê mezin Karker Êriş bi bîr tînin. Her wiha em destnîşan dikin ku em ê bi rihê fermandar Karker Êriş berxwedana li hember dagirkeriyê û faşîzmê bigihînin lûtkeyê û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bê rawestan bidomînin.
Bi vê sedemê em di serî de şehîd Karker, hemû şehîdên xwe yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketine, bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan ên Kurdistana azad dubare dikin.”