BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Hawlatî re axivî û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê nirxand.
Bayik di destpêkê de bal kişand ser bandora xeta îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê ya li nava gelên cîhanê û got, “Gelên cîhanê, kedkar, jin xwedî li xeta Rêber Apo derdikevin. Ev yek ne tenê zêdebûna bandora PKK’ê ye, di heman demê de bilindbûna qîmetê Kurdan li tevahiya cîhanê ye. Her wiha têkoşîna Kurdan xurtir dike.”
Bayik destnîşan kir, tevgereke siyasî ya bi vê bandorê têdikoşe, ji aliyê dost, dijmin, ji aliyê her kesî ve cidî tê dîtin.
GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE TÊKOŞÎNA PKK’Ê YA MAFDAR
Bayik bal kişand ser cihê PKK’ê di nava gelê Başûrê Kurdistanê de û got, “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê piştgiriya têkoşîna PKK’ê dike. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ya li ser xeta Rêber Apo û xwedîderketina li berxwedana wê vê yekê nîşan dide. Bi sedan ciwan çûn Rojava şer bikin û şehîd ketin. Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo têdikoşin. Boykotkirina malên dewleta Tirk piştgiriyeke gelekî hêja ye.
Divê em vê yekê destnîşan bikin; rêxistinbûneke yekser a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê nîne. Bêguman Rêber Apo û xeta PKK’ê bandor li hin kes û saziyan kirine. Hin rêxistin û tevger hene ku li gorî xeta Rêber Apo karên siyasî û civakî dikin. Ji ber ku nêrînên siyasî û îdeolojîk li her cihî bandorê dike.”
Bayik bi bîr xist, gelê Başûrê Kurdistanê geleke ku yekîtiya neteweyî girîng dibîne û destnîşan kir, ev yek jî nîşaneya berbiçav a piştgiriya ji bo PKK’ê ye.
EM DIXWAZIN ŞENGAL XWESER BE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama hevpeyvîna xwe de rewş û statuya Şengalê nirxand û got, “Em dixwazin Şengal xweser be. Hem ji Iraqê hem jî ji Kurdistana Federe xweser be. Piştî bûyerên qewimîn, mafê Êzidiyan e ku daxwaza xweseriyê bikin. Eger Iraq û PDK li dijî vê derkevin wê neheq bin. Wê nêzîkatiyeke bi wijdan û bi edalet nebe. Eger Êzidxan xweser bûya, xwedî xweparastinê bûya DAÎŞ nekarîbû biketibûya nava Şengalê. Eger komeke biçûk a gerîla karî DAÎŞ’ê rawestîne, hingî ciwanên Êzidî û hêzên wan ên xweparastinê wê hîn bi xurtî li dijî wan rawestiya. Eger rêveberiya xweser a Şengalê hebûya wê biryara berxwedanê dabûya û li ber xwe dabûya. Ev rastî hemû ferz dikin ku divê Êzidxan xweser be. Ji xwe bawerî û çandeke cuda ye, lewma mafê xwe ye bi vî rengî be. Ferman û neheqiyên di nava dîrokê de li wan hate kirin jî pêwîstiya xweseriyê nîşan didin. Eger Iraq û PDK bixwaze rewş mîna beriya 3’ê Tebaxa 2014’an be ev ê neyê qebûlkirin. Feraseta ‘Ez li her cihî serdest bim’ ne rast e. Ji xwe ne tenê li Şengalê û Êzidxanê, li her devera Iraq û Kurdistana Federe divê demokrasiya xwecihî hebe; divê herêm, bajar, civak û bawerî karibin xwe bi rê ve bibin. Feraseta siyasî ya demokratîk vê yekê daxwaz dike. Xweserî, demokrasiya xwecihî qutbûn nîne; bingeha yekîtiya xurt e. Divê partiyên siyasî hemû, partiyên Kurd piştgiriya vê daxwaza Êzidiyan bikin. Di serî de berpirsyariyeke siyasî, wijdanî û exlaqî ya PDK’ê ya bi vî rengî heye.
Gelê Şengalê xweseriyê dixwaze. Naxwaze hêzekî siyasî yan jî hikumeta navendî wan bi rê ve bibe. Em jî vê dixwazin. Gotina, ‘Bila dest ji Şengalê berdin’ tê wateya dest ji vê daxwazê berdin. Em vê rast nabînin. Ya esasî, exlaqî, wijdanî, demokratîk û rast ew e ku Iraq û PDK dest ji van zextan berdin.”
ARMANCA ME DIVÊ KURDISTANEKE AZAD A DÛRÎ WESAYETÊ BE
Bayik bal kişand ser girîngiya derxistina hêzên çekdar ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û got, “Bêguman her civak, her dewlet dixwaze hêzên biyanî ji nava xaka xwe derxîne. Meclîs jî divê hurmetê nîşanî vê îradeya gel bide. Divê Kurd bixwazin ku hêzên biyanî yên li xaka wan bên derxistin. Beriya her tiştî jî bixwazin Tirkiye bê derxistin. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Hêzeke dijminê Kurdan niha li Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. Ev hêzên dagirker in. Ji xwe jin, ciwan, tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê gelek caran çalakiyên protestoyî kirin û xwestin leşkerên Tirk bên derxistin. Nîşaneya berbiçav a vê yekê ew e ku gelê Şêladizê avêt ser baregeha dewleta Tirk. PDK’ê xwest têkiliya vê yekê bi PKK’ê re çêbike. Lê belê eşkere bû ku nerazîbûna gel a ji ber xwe ve bû. Siyasetmedar jî neçar in li gorî îradeya gel tevbigerin. Eşkere ye ku bi nêzîkatiya heyî ya PDK’ê ev baregeh nikarin bên derxistin. Gel wê teqez van baregehan ji holê rake. Heta ku ev baregeh ji holê neyên rakirin Kurdistan û gelê Kurd wê xwe azad nebîne; heta wê demê jî mirov nikare qala welatekî azad bikin. Lewma divê armanca me Kurdistaneke azad a dûrî wesayetê be. Hebûna hêzên dagirker ên bi vî rengî divê tenê ji îrade û biryara hêzên siyasî re neyê hiştin. Bi rêya referandûmekê dikare ji gel bê pirsîn bê dixwazin an na. Li gorî vê yekê jî helwest dikare bê nîşandan. Rêbaza neteweyî û demokratîk wiha ye.”
JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD A LI ROJAVA BI TÊKOŞÎNÊ MISOGER DIBE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rewşa li Rojavayê Kurdistanê, hebûna hêzên biyanî û têkoşîna gelan nirxand.
Bayik destnîşan kir ku sê sedemên bingehîn hene ku Emerîka li Rojava ye û wiha pênase kir:
* Di mijara jinûve avakirina Sûriyeyê de vê hebûna xwe bi kar bîne,
* Bandora xwe ya li ser Iraqê bi vî rengî xurt bike,
* Bandora siyasî li Kurdan bike.
Bayik ragihand ku Rûsya jî dewleteke ku li Sûriyeyê hêzeke xwe ya siyasî û leşkerî heye û got, “Dibêjin, ‘yekane hêza siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê meşrû ye, em in. Vê yekê jî dispêre têkiliyên xwe yên bi rejîma heyî ya Sûriyeyê re. Dibêje, em li ser banga hikumeta rewa li Sûriyeyê ne. Bêguman mijara rewatiyê her kes li gorî xwe dikare binirxîne. Eşkere ye ku Rûsya dixwaze di dema avakirina Sûriyeyê de hebe.
Tirkiye û welatên cuda jî li ser Sûriyeyê polîtîkayên bi heman rengî dimeşînin. Armanca bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku pêşî li statuya siyasî ya Kurdan a li Sûriyeyê bigire.
Ev daxwaz û armancên hêzên derve ne. Bêguman daxwaz û îradeya gelan jî heye. Hêzên derve bandorê li siyasetê dikin, lê divê bê dîtin ku her tişt li gorî daxwaza wan nabe. Heta ku îradeya gel ji nebînin nepêkane li Sûriyeyê aramiyeke siyasî pêk were. Di serî de îradeya Kurdan. Civakeke girîng a Kurdan û Ereb û Suryaniyan heye ku bi wan re ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve tifaqeke xurt kirine. Hêzên derve her yek dixwaze Kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Ev tên zanîn. Bêguman hebûna hêzên derve li Sûriyeyê û Rojava ji bo Kurdan metirsî ye. Lewma li pêşiya Kurdan pêvajoyeke tevlîhev a têkoşînê heye. Ji xwe di rastiya Rojhilata Navîn de bi taybetî di rastiya Kurdan de bêyî têkoşînê jiyaneke azad û demokratîk bi dest nakeve.
Gelê Rojavayê Kurdistanê nabe ku xwe bispêre hêzekê. Kurd, Ereb, Suryan divê bi temamî giraniya xwe bidin ser afirandina Kurdistaneke xweser û Sûriyeyeke demokratîk. Li deverên derveyî Kurdistanê divê demokrasiya xwecihî hebe. Eger li tevahiya Sûriyeyê demokratîkbûn û demokrasiya xwecihî nebe hingî azadiya Rojava jî ewle nabe. Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke demokratîk wê bibe Sûriyeyek ku bandora hêzên derve lê kêm e. Xurtbûna îradeya gelan û demokratîkbûnê rêya herî xurt a bidawîkirina bandora hêzên derve ye.”
TÊKOŞÎNA GELÊ ME YÊ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ REWA YE
Ji bo têkoşîna gelê li Rojhilatê Kurdistanê jî Bayik got, “Nêzîkatiya me wiha ye ku em dixwazin Komara Îslamê ya Îranê demokratîk bibe. Li vir jî em alîgirê Îran a demokratîk, Kurdistan a azad in. Feraseta me ya neteweya demokratîk, neteweya demokratîk rêya herî rast e ku aştî û aramiya li Îranê xurt bike.”
Bayik diyar kir ku pirsgirêka jiyana demokratîk û azad a Kurdên li Îranê heye û got, “Têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke demokratîk û azad, mafdar e, rewa ye. Em dixwazin Komara Îslamê demokratîk bibe û Kurd bibin xwedî statuyeke xweser a demokratîk. Li Îranê eyaleta Kurdistanê heye. Ev eyalet temamiya Kurdistanê nagire nava xwe. Eger tevahiya Kurdistanê bigire nava xwe û gavên demokratîk bên avêtin wê pirsgirêka Kurd di nava yekîtiya demokratîk a Îranê de çareser bibe. Dîroka Îranê zemîna vê yekê pêşkêş dike.”
XWEDÎDERKETINA GELÊ KURD LI RÊBER APO XWEDÎDERKETINA LI XWE YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser tecrîdkirina 22 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ev yek ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka gelê Kurdistanê ye.
Bayik got, “Di mijara Rêber Apo de em vê peyamê didin tevahiya gelê Kurd; Rêber Apo ji bo azadiya Kurdan, ji bo jiyana demokratîk têdikoşe. Mejî û dilê xwe ji bo gelê Kurdistanê dixebitîne. di dilê Rêber Apo de çar parçeyên Kurdistanê, gel, ciwan û jinên Kurdistanê hene. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Bayik cejna Newrozê li gel pîroz kir.